Papa Francis: Pir rengiya olî, etnîkî û çandî dikare bibe sedema aramiya welatî

Papa Francis: Pir rengiya olî, etnîkî û çandî dikare bibe sedema aramiya welatî

.

A+A-

Papayê Vatîkanê ragihand, “Heger em bikarin ligel ciyawazên xwe wek endamên malbatekê li hevdu binêrin, em ê bikarin jiyaneke baştir ya dadweranetir û mirovahîtir ji nifşên bê re misoger bikin.”

Papayê Vatîkanê Papa Francis îro gihîşt Bexdayê û li firokxaneya Bexdayê ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ve hat pêşwazîkirin û piştre jî berê xwe da Koşka Serokomariyê û merasîma pêşwazîkirina li wî bi amadebûna Serokomarê Iraqê Berhem Salih ve lidar ket.

Papa Francis di merasîma pêşwazîkirinê de gotarek pêşkêş kir û ragihand, “Ez dilxweş im ku vê serdanê dikim. Ji zû ve li bendê bûm serdana Iraqê bikim. Ez dilxweş im ku min karî serdana vê xakê, xaka şaristaniyê bikim. Ev xak bi riya bavê me Îbrahîm û gelek pêxemberên din girêdayî ye bi dîroka xelasî û olên mezin ên wek Cihû, Kirîstiyanî û Misliman heye.”

Herwaha got: “Ev serdan di demekê de tê, cihan hewl dide ji krîza vîrûsa Koronayê derkeve. Vê nexweşiyê ne tenê bandor li tendirustiya xelkê kiriye, belkû bû sedema têkçûna rewşa civakî û aborî. Ev krîz pêwîstiya wê bi kedên hevbeş ên ji her kesekî heye da ku gavên pêwîst bêne avêtin û vaksîn bi awayekî dadwerane li hemûyan bêne belavkirin.”

Papa di berdewamiya gotara xwe de got: “Di salên borî de, Iraq rastî gelek şer, teror û nakokiyên mezhebî yên radîkal hat ku aştî û pêkvejiyana di navbera pêkhateyan de qebûl nedikir. Vê yekê jî gelek mirin û wêranî bi xwe re anî, ziyan ne tenê li ser asta madî bû, belkû birînên kûr di dilan de çêkir ku pêwîstiya wê bi salên dirêj heye, heta ku bê dermankirin.”

Herwiha got: “Ji kesên ku gelekî rastî êş û azarê hatine, xelkê Êzidî bû ku bûn qurbaniya êrîşeke nemirovane û ji ber ku Êzidî ne rastî çewisandin û kuştinê hatin û hebûn û masnameya wan kete bin metirsiya nemanê.

Tekez kir jî: “Heger em bikarin ligel ciyawaziyên xwe wek endamên malbatekê li hevdu binêrin, em ê bikarin proseya dubare avedankirinê bikin û em ê bikarin jiyaneke baştir ya dadweranetir û mirovahîtir ji nifşên bê re misoger bikin.”

Papa Francis destnîşan kir: “Ol bi sirûşta xwe, divê di xizmeta aştî û biratiyê de be. Nabe navê xwedê ji bo kuştin, teror û kiryarên hovene bê bikaranîn. Berûvajî wê, xwedê em di maf û rûmetê de wekhev afirandine û divê em hezkirin, başî û aştiyê belav bikin. Li Iraqê jî kenîseya Catholica jî dixwaze bibe hevalê hemûyan û ji bo dosyeya aştiyê dixwaze diyaloga bi olên din re bike. Hebûna Kirîstiyanan li ser vê xaka dîrokî û beşdariya wan a li jiyana welêt mîrateke dewlemend e û dixwaze karibe xizmeta her kesî bidomîne. Beşdariya wan di jiyana giştî de, wek welatiyên xwedî maf, azadî û berpirsiyarî, dê şahid be ku pir rengiya olî, etnîkî û çandî dikare bibe sedema aramî û geşepêdana welêt.”
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin