Malbatên Erebên hawirde bi 50 kamyonan ji Efrînê derketin

Malbatên Erebên hawirde bi 50 kamyonan ji Efrînê derketin

.

A+A-

 Hate ragihandin ku karwaneke ji 50 kamyonan pêk dihat a malbatên Erebên li Efrînê hatin bicihkirin, ji bajar derketin û berê xwe dan Şamê.

Li gorî jêderên herêmê karwan ji 50 kamyonan pêk dihat û derengiya şeva 5ê Tîrmehê ji Efrînê derket.

Hate zanîn ku ew malbatên li navenda bajarê Efrînê û navçeya Raco hatibûn bicihkirin, bi xwe xelkê gundewarên Şamê bûn.

10ê Tîrmehê jî karwaneke ji zêdetirî 30 barhilgir û otombîlan ji navçeyên Şiyê û Cindirêsê derketibûn û berê xwe dabûn parêzgehên Şam û Himsê.

Piştî ketina Esed heta niha bi dehên hezar ji malbatên Erebên hawirde ji Efrîn û navçeyên wê derketine û berê xwe dane parêzgeh û bajarên xwe.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin