Feysel Yûsif: Hikûmeta Sûriyeyê ji bo dan û standinan ne amade ye

Feysel Yûsif: Hikûmeta Sûriyeyê ji bo dan û standinan ne amade ye

.

A+A-

Şandeya Kurdan a ku ji bo dan û standinên bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê re hatiye avakirin, civînên xwe didomîne.

Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif ragihand ku wan hikûmeta Sûriyeyê agahdar kiriye ku ew ji bo dan û standinan amade ne lê heta niha ji aliyê Şamê ve ti bersivên erênî nehatine.

Şandeya Kurdan doh li navenda Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyeyê (PDK-S) civîna xwe ya asayî li dar xist.

Di civînê de mekanîzmaya xebatê hat gotûbêjkirin, erk li ser endaman hatin parvekirin û nêrîna hevbeş a Kurdî ya ji bo qonaxa bê ya dan û standinan bi berfirehî hat nirxandin.

Biryar hat dayîn ku civînên şandeyê bi awayekî periyodîk berdewam bikin.

Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif derbarê mijarê ji Rûdawê re axivî û got, “Ev ne cara yekem e ku Şandeya Kurdan li hev dicive.”

Feysel Yûsif diyar kir ku wan ji aliyê xwe ve gav avêtine û wiha pê de çû:

“Me hikûmeta Sûriyê agahdar kiriye ku em amade ne ji bo dan û standinan.

Me daxwaza civînê li Hikûmeta Sûriyeyê kiriye lê heta niha ew ji bo dan û standinan ne amade ye.”

Yûsif da zanîn ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di hevdîtina xwe ya bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re de behsa Şandeya Kurdan kiriye.

Yûsif li ser bingeha karê şandeyê anî ziman, “Li gorî Peymana 10ê Adarê divê doza Kurdî were çareserkirin” û tekez kir ku “Pêwîstî bi guhertina endamên Şanda Kurdî nîne.”

Berdevkê ENKSyê derbarê hevdîtina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê ya li Parîsê got, “Em ji bo civîna Parîsê nehatine vexwendin.”

Yûsif her wiha destnîşan kir ku heta niha ji aliyê hikûmeta nû ya Sûriyeyê ve ti astengî ji bo karên wan nehatine derxistin.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin