
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Alî Riza Arslanê ku kurê wî di dema qedexeya derketina derve de miribû û piştî 7 salan hestiyên wî hatin radestkirin, got: "Ew kesên ku mîna min êşê dikişînin û mexdûr in, aştiyê dixwazin."
Hestiyên Hakan Arslan ku di sala 2016'an di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûrê ya Amedê de jiyana xwe ji dest da, piştî mirina wî 7 sal şûnde di qutiyekê de radestî bavê wî Alî Rıza Arslan hatin kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Arslan ji her kesî xwest ku beşdarî serkeftina pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd bibin.
"Kesên êşê dikişîne aştiyê dixwazin"
Arslan, rave kir ku kurê wî di sala 2016'an de li Sûra Amedê jiyana xwe ji dest daye û di vê heyamê de ew gelek caran çûye Amedê. Arslan, got ku di sala 2022'yan de karîbûye cenazeyê wergire. Arslan, diyar kir ku roja ku cenaze werdigire zext li ser wî hatiye kirin û ji wê demê ve tu zext li ser wî nehatiye kirin. Arslan, bal kişand ser pêvajoya aştiyê û got:
"Aştiyeke xweş dê çêbibe. Komîsyona meclisê jî civiya. Divê gelên Kurd û Tirk êdî vê êşê nekişînin. Em aştiyê dixwazin, lê beşeke diyarkirî naxwaze. Ew beş hem ji me û hem jî ji dewletê dixwe. Û îro, ew aştiyê naxwazin ji ber ku tiştek ji wan re nemaye. Yên ku mîna min êşê dikişînin û mexdûr dibin aştiyê dixwazin. Em çi dibe bila bibe aştiyê dixwazin û em ji bo wê têdikoşin."
Arslan, destnîşan kir ku ew xwesteka ji bo meşandina siyasetê ya "Koma Aştî û Civaka Demokratîk" ku çekên xwe danîn mafdar dibîne û wiha domand: "Çêtir e ku dewlet rêziknameyekê derxe. Heyfa wan mirovan. Ew kes jî zarokên dê û bavên xwe ne. Daxwaza min ew e ku her kes ji zindanê were berdan. Bila yên nexweş û yên siyasî werin berdan. Ger dewlet gav neavêje, rêxistin dikare çi bike? Divê dewlet wan kesan berde û bihêle ku ew bi azadî siyasetê bikin. Meseleya aştiyê bi dewletê ve girêdayî ye; ger dewlet gav biavêje, her tişt dê baş be, lê xuya ye ku dewlet jî ditirse."
Arslan, daxuyand ku êrişên li ser zimanê Kurdî û nasnameya Kurdî di dema pêvajoyê de bûne sedema kêmbûna baweriyê û got: "Ew kesên ku baweriya xwe bi aştiyê naynin, baweriya xwe bi tiştekî naynin. Divê baweriya xwe bi aştiyê bînin. Divê her kes berpirsiyariyê hilgire ser xwe. Êrişî kesên muzîka Kurdî îcra dikin. Divê dewlet vê pirsgirêkê çareser bike. Zimanê min Kurdî ye. Ger ez bi Kurdî biaxivim, tu yê çima êrişî min bikî? Divê her kes di pêvajoyên wiha de baldar be û ji bo aştiyê hewl bide."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin