
ENKS: Divê destûra nû ya Sûriyeyê mafên Kurdan nas bike
.
ENKSyê ragihand ku divê destûra nû ya Sûriyeyê bi zelalî mafên neteweya Kurd nas bike.
Encûmena Niştimanî ya Kurdan li Sûriyeyê (ENKS) 5ê Tebaxa 2025an, civîna xwe ya asayî li bajarê Qamişloyê li dar xist.
Civîn bi amadebûna Serokê ENKSyê Mihemed Îsmaîl, endamên desteya serokatiyê û piraniya endamên encûmenê hat lidarxistin.
Di rojeva civînê de pêşhatên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û her wiha bûyerên dawî yên li parêzgeha Siwêdayê hatin gotûbêjkirin.
Civîn bi nîqaşkirina pêşhatên siyasî yên li qada Sûriyeyê dest pê kir.
Êriş û bûyerên tund hatin şermezakirin
Di civînê de li ser bûyerên nexweş ên li herêmên beravê û Siwêdayê û teqandina Dêra Mar Îlyasê ya li Şamê hat rawestandin.
Kesên beşdarî civînê bûne ev kiryar bi tundî şermezar kir û rêveberiya veguhêz ji ber kêmasiya di girtina tedbîrên pêwîst de ji bo rêlibergirtina van bûyeran berpirsyar dît.
Her wiha tekezî li ser pêwîstiya dûrketina ji tundiyê û tawanbarkirina şerê mezhebî kir û girîngiya pejirandina çareseriyên aştiyane ji bo avakirina Sûriyeyeke nû ya li ser bingehên niştimanî yên hevbeş anîn ziman.
Civînê nerazîbûna xwe li hemberî rêbaza dûrxistin û yekaliya ku di amadehiyê ji bo konferansên diyaloga niştimanî, avakirina hikûmetê û şêwaza avakirina Encûmena Gel de serdest bû, anî ziman.
Zimanê medyayê hat rexnekirin
Her wiha zêdebûna gotara kînê û handana mezhebî ya di medyayê de hat şermezarkirin û hat tekezkirin ku veguhastina siyasî ya berfireh tekane rê ye ji bo misogerkirina hevparîyeke rasteqîn, û pêwîstî bi pejirandina mekanîzmayan ji bo parastina aştiya civakî û pêkanîna edaleta veguhêz di çarçoveya dewleteke demokratîk a nenavendî de heye.
Di derbarê mijara Kurdî de, beşdaran li ser wan geşedanên ku li dû “Konferansa Yekrêzî û Helwesta Kurdî” û avakirina şandeya hevbeş a Kurdî çêbûne, rawestiyan.[
Wan tekezî li ser girîngiya aktîvkirina rola vê şandeyê û pêwîstiya avakirina otorîteyeke Kurdî ya yekgirtî ya li ser bingeha encamên konferansê kirin.
Bangî birêvebiriya Şamê hat kirin
Encûmenê bang li rêveberiya veguhêz a li Şamê kir ku bi şandeya hevbeş a Kurdî re bikeve diyalogeke cidî û berpirsiyar.
Her wiha hat destnîşankirin ku diyaloga niştimanî ya berfireh tekane rê ye ji bo misogerkirina hevparîyeke rasteqîn di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de.
Kesên beşdarbûne li ser kampanya tometbarkirinê ya ku hewl dide gelê Kurd bi ajandayên parçekirinê yan cudabûnê ve girê bide rawestiyan û ev îdia wekî dirêjahiya zîhniyeta dûrxistinê û tometên derewîn ên ku di serdema rejîma berê de serdest bûn, bi nav kir.
Beşdaran tekez kirin ku ji bo derbaskirina vê zîhniyetê, pêwîstî bi xebateke niştimanî ya hevbeş a li ser bingehê hevparî û naskirina dualî heye.
“Divê mafên Kurdan bên naskirin”
Wan her wiha daxwaz kir ku di destûra nû ya Sûriyeyê de bendên eşkere hebin ku mafên neteweyî yên rewa yên gelê Kurd, di nav de nasname û zimanê wî, bi fermî nas bikin.
Her wiha wan tekezî li ser pêwîstiya rakirina hemû polîtîkayên cihêkar ên berê yên li dijî wî û qerebûkirina zererdîtiyan bi awayekî adilane kiri.
Beşdaran amadekariyên pêwîst ji bo lidarxistina Kongreya Niştimanî ya 5mîn a Encûmenê di dema xwe de nîqaş kir û tekezî li ser girîngiya lezkirina komîteya rêxistinî û siyasî di amadekirina belgeyên pêwîst de kir
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin