
Hikûmeta Sûriyê bi beşdariya Barrack peymana projeyên 14 milyar dolaran îmze kir
.
A+A-
Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bîrnameyên hevtêgihiştinê yên veberhênanê bi hejmarek kompaniyên Navdewletî re îmze kir. Hate ragihandin ku nirxê wan projeyan 14 milyar dolarên Amerîkî ye.
Bi amadebûna serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed Şera û Nûnerê Taybet ê Amerîka bo Sûriyê Thomas Barrack, merasîmek li Koşka Gel a Şamê bi rê ve çû.
Serokê Komîta Veberhênanê ya Sûrî Telal El-Hilalî 12 projeyên stratejîk bi nirxê 14 milyar dolarên Amerîkî ragihand.
Hate diyarkirin, Balafirxaneya Şamê ya Navdewletî bi veberhênana 4 milyar dolar e, Metroya Şamê bi 2 milyar dolaran û projeyên avakirina 2 bircan bi veberhênana 2 milyar û nîv dolarên Amerîkî têne bicihkirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin