PAKê Metin Özdemir bi rêzdarî Bibîranî

PAKê Metin Özdemir bi rêzdarî Bibîranî

PAKê di salvegera 27 emînde şehîdbûna rêveberê DEPê Metin Özdemir li Batmanê li ser mezelê wî bibîranî.

A+A-

PAKê di salvegera 27 emînde şehîdbûna rêveberê DEPê Metin Özdemir li Batmanê li ser mezelê wî bibîranî.

Rêxistina PAKê ya Batmanê bi şandeyekê çun li ser mezelê Metîn Özdemirî û ji bo wan dua hatin xwendin deqeyek rêz hate girtin.Beşdarên heyetê hestên xwe anîn ziman û gotin "Ew şehîdên Kurdistanê ne. Ewê her di dile me de bijîn, Xwedê heqê wan nehêle"

Serokê Şaxa Batmanê yê PAKê û birayê Metin Özdemir,Aziz Özdemir wiha axivî:

'Mehmet Sincar û Metin Özdemir hûn şehîdên Kurdistanê ne. Hûn sozdarê azadiya kurdistanê bûn.Tenê Serxwebuna Kurdistanê dikarê êş û elema me derman bike û em soz didin ku heta mizgînîya dewletbunê ne din we bê navber her emê di nav tevger û xebata serxwebunê de bin. Hunê wek hemû şehîdên Kurdistanê di doza me de û di dilê me de tim bijîn. Razîbuna Xwedê li we û hemu şehîdên Kurdistanê be.''

Piştî xwendina duayan bîranîn bidawî bû.

04.09.2020

Şaxa Batmanê ya PAKê

 

pak-2-007.jpgpak3-006.jpgpak1-001.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin