PAKê cezaya zindanî ku ji Rêvebirê PAKê Husamettin Acar re hatiye birîn şermezar kir

PAKê cezaya zindanî ku ji Rêvebirê PAKê Husamettin Acar re hatiye birîn şermezar kir

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi daxuyaniyek cezaya zindanî ya 23 meh û 15 roj ku ji rêvebirê PAKê yê Wanê re hatiye birîn şermezar kir.   

A+A-

Daxuyaniya PAKê wiha ye:

“Mehkemeya Wanê 23 meh ceza li hevalê me Husamettin Acar birî

Mehkemeya Wanê di roja 25.09.2020ê de , 23 meh û 15 roj cezaya hevsê li hevalê mê Husamettin Acar ê ku rêvebirê Teşkîlata Wanê ya PAKê ye birî.

Mehkemeya Wanê, jiber hinek parve kirinên wî yên li ser sosyal medyayê, di derbarê hevalê me Husamettin Acar , bi îthama ku ‘’propagandaya PKK-KCK’’yê dike doz vekiribû.

Û mehkemeyê roja 25.09.2020ê de 23 meh û 15 roj her bi vê îthamê ceza lê birî.

Dozgerê û heyeta mehkemeyê jî baş dizanin ku Husamettin Acar damezranêr, endam û rêvebirekî PAKê ye. Lê dîsa jî bi îthama ‘’propagandaya PKK-KCK’’yê de di derbarê wî de doz hate vekirin û ceza hate birîn. Em vê helwestê jî protesto dikin.

Parêzerên hevalê me Husamettin Acar nûha îtîrazî vê cezayê kirine û mehkemeya bilind di demên pêş de dê biryara dawî bide.

Dewleta Tirkiyeyê bi taybetî di van çend salên dawî de jiber parve kirinên wan yên li ser sosyal medyayê, lêpirsînên yasayî di derbarê gelek endam û rêvbirên PAKê û bi derbarê bi hezaran rewşenbîr û sîyasetmeran de destpêkirîye û gelekan ji wan ceza jî xwarine.

Em cezaya ku li hevalê me Husamettin Acar hatîye birîn protesto dikin û em dibêjin tu ceza dê nikaribe me ji reya me ya aştîyane, sivîl, demokratîk,sîyasî a doza azadîya Kurdistanê vegerîne.”

28.09.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin