PAK: Ji şer û ji çalakîyên çekdarî re ‘na’, ji çareserîya sîyasî re ‘erê’

PAK: Ji şer û ji çalakîyên çekdarî re ‘na’, ji çareserîya sîyasî re ‘erê’

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) bi minasebeta 1ê Îlonê Roja Aştî ya Cihanê daxuyanîyek belav kir û xwest bila PKK çalakîyên xwe yên çekdarî rawestîne, Dewleta Tirkîya jî rêka çareseriya siyasî esas bigire û dev ji înkara Kurdan û dev ji  şer û operasyonê

A+A-

 

PAK: Ji şer û ji çalakîyên çekdarî re ‘na’, ji çareserîya sîyasî re ‘erê’

Îro 1ê îlonê Roja Aşitîyê ya Cîhanê ye.

Di şerê Cîhanê yê Duyem de bi berxwedaneke mezin a gelên Sowyetê û gelên cîhanê, Almanyaya ku di bin desthilatdarîya NAZÎyan de bû û hevalbendên wê yên faşîst û êrîşker,şikesteke mezin xwarin û têkçûn.

Gelên cîhanê yên ku nedixwestin careke din tûşî hinekên wek Nazîyan bibin,jibo ku mirovahî vê zilmê û vê rizgarbûna ji zilmê jibîr nekin, jibo ku êdî hemû pirsgirêk bi rêyên aşitîyane bêne çareser kirin, roja 1ê îlonê ku roja destpêka Şerê Cîhanê yê Duyem bû, wek Roşa Aşitîyê ya Cîhanê qebûl kirin.

Netewen Yekbûyî ewiî roja 1ê îlonê wek Roja Aşitîyê ya Cîhanê pîroz kir. Lê paşê dîsa Netewên Yekbûyî ev roja guhert û roja 21ê Îlone wek Roja Aşitîyê ya Cîhanê qebûl kir.

Lê mixabin, ev hêvîyên gelên cîhanê yên aştîxwazîyê bicîh nehatin; piştî bidawîhatina Şerê Duyem yê Cîhanê dîsa şer û qetlîam û jenosîd berdewam bûn.

Li gelek welatan agirê şerî pêketin. Li welatê me Kurdistanê jî, mirin, wêranî, qetlîam û jenosîdan her berdewam kirin.Û îro jî welatê me her bûye cîhê şer û kuştinê.

Êrîş û şer û sîyaseta li dijî Kurdan a Dewleta Tirkîyeyê îro jî her berdewam e.Mixabin hîna jî tu nîşanên aşitîyê û yê çareserîya sîyasî li holê tune ne.

Îro jî di nav gelê Tirkîyeyê de tu hêzeke girseyî ku demokrasîyê û aşitîyê biparêze mixabin tuneye.

Parêzvan û aktorê esasî yê aşitîyê û demokrasîyê bes gelê Kurd e û ew jî bi serê xwe maye.

Em careke din bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin: Ev sîyaseta ku hûn li ser esasê şerî dimeşînin, eve 97 sal e tu pirsgirêk çareser nekirine û dê ji îro pê ve jî çereser neke. Sîyaset şerî, pirsgirêkan aloztir û kûrtir dike.Dest ji vî şerî, dest ji vê sîyaseta ku li ser dijayetîya Kurdan hatîye ava kirin berdin.

Tûnd û tûjî û çalakîyên çekdarî yên PKKyê jî, zerarê dide gelê Kurd, rê ji êrîş û plan û sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya şerî û ya xetimandina rêya çareserîya pirsgirêkan re xweştir dike. Li Bakurê Kurdistanê pir bi zelalî aşkere bûye ku, şer û çalakîyên çekdarî rêya çareserî û amûrên sîyasî, demokratîk, sivîl digire, têkdide. Jiber vê yekê divê bêyî ku li bendê be Dewleta Tirkîyeyê şerî rawestîne, divê PKK pêştir dawî li çalakîyên xwe yên çekdarî bîne da ku rê ji sîyaseta şerî ya Dewleta Tirkîyeyê re xweştir nebe.

Em bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku, hemû partîyên Kurdan wek mixatap qebûl bike û jibo ku rêya çareserîya sîyasî ya pirsa Kurd û Kurdistanê bi dîyalogan vebe gavan bavêje.

Jibo ku ev Roja Aşitîyê ya Cîhanê di çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê de, di bidestxistina azadî, demokrasi, aşitî û edaletê de bibe destpêkek, em bangî hemû alîyên peywendîdar yên Kurdistanê û Tirkîyeyê dikin da ku dengên xwe bilind bikin, bihevre gavên hevbeş bavêjin.

Bi minasebeta Roja Aşitîyê ya Cîhanê careke din em dixwazin bînin bîra hemû dewletên cîhanê û bîra gelên cîhanê ku, kilîdeke esasî ya aşitîya Rojhilata Navîn û ya Cîhanê jî azadîya Kurdistanê û mafê çarenûsîya miletê Kurd e li her çar perçeyê Kurdistanê.
1ê Îlona 2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin