PAK: Hişmendîya darbecîyên 12yê îlona 1980yî îro jî berdewam e

PAK: Hişmendîya darbecîyên 12yê îlona 1980yî îro jî berdewam e

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) bi minasebeta derbaya 12 Îlonê ya 1980ê daxiyaniyek belav kir û got: Hişmendîya darbecîyên 12yê îlona 1980yî îro jî berdewam e

A+A-

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) bi minasebeta derbaya 12 Îlonê ya 1980ê daxiyaniyek belav kir û got: Hişmendîya darbecîyên 12yê îlona 1980yî îro jî berdewam e

“Di 12yê Îlona 1980yî de Artêşa Dewleta Tirkîyeyê bi Serokatîya Kenan Evren ê Serok Erkanê Giştî yê Artêşa Tirkîyeyê darbeyeke leşkerî(Kodeta)ya faşîst li dar xist.

Darbecîyên 12yê îlona 1980yî, li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê bi sedhezaran kes desteser kirin,girtin, îşkence kirin. Bi deh hezaran kes neçar man welatê xwe terk kirin. Bi sedan kes hatin kuştin, hatin îdam kirin. Bi deh hezaran kes hatin hefs kirin.

Hemû partîyên sîyasî, sendîka, dezgehên sivîl , hemû dezgehên mixalîf yên çapemenîyêbi destê darbecîyan hatin qedexe kirin,hatin girtin.

Armanca esasî ya darbeya eskerî ya faşîst a 12yê îlona 1980yî, rê li ber girtina pêla xurt ya doza azadîya Kurdistanê û şikandina têkoşîna azadî, demokrasî, edalet û wekhevîyê ya li Tirkîyeyê bû.

Darbeya 12yê îlona 1980yî zerareke mezin gîhand tevgera netewî-demokratîk ya Bakurê Kurdistanê û tevgera demokrat, azadîxwaz, çep ya li Tirkîyeyê.

Piştî darbeya 12yê Îlona 1980yî, zilm û îşkence û hovîtî û qetlîamên ku li Zîndana 5 Nolû ya Diyarbekirê li girtî û hefsîyan hate kirin , ji kiryarên Faşîzma Hîtlerî ne kêmtir bûn.

Lê weke hemû hewlên berê yên Dewletên Tirkîyeyê, darbeya 12yê îlona 1980yî jî nikarîbû têkoşîna doza azadîya Kurdistanê rawestîne.

Dewleta Tirkîyeyê di salên 1990î de jî, gava doza azadîya Kurdistanê pêşve çû, bi wê hişmendîya darbeya 12yê îlona 1980yî, li himberî gelê Bakurê Kurdistanê û demokrat û azadîxwazên li Tirkîyeyê şerekî qirêj meşand. 17.000 hezar kes bi destê Dewleta Tirkîyeyê, bi navê ‘faîlî meçhûl’ hatin qetil kirin. Neheqî, îşkence, zilm û bêbextî û qetlîamên di dema ‘faîlî meçhûl’an de hatin kirin , ji yên dema darbeya 12yê îlona 1980yî jî bihurîn.

Dewlet Tirkîyeyê, îro jî êdî ne bes li Bakurê Kurdistanê, herweha li himberî Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî, her bi wê hişmendîya darbeya 12yê îlona 1980yî tevdigere. Dewlet Tirkîyeyê îro jî bi hişmendîya dijayetîya miletê Kurd, ji bo ku Kurd li tu derê cîhanê tu statuyeke sîyasî, tu mafên netewî bidest nexin, êrîş û neheqî û kuştin û dagirkirin û karên wêrankarîyê didomîne.

Belê, hişmendîya darbeya 12yê îlon a 1980yî îro jî berdewam e. Dewleta Tirkîyeyê îro jî bi hişmendîya darbeya 12yê îlon a 1980yî û bi Qanûna Bingehîn a darbecîyan tê îdare kirin

Dewleta Tirkîyeyê 40 sal berê, bi darbeya 12yê îlona 1980yî xwest doza gelê me ya azadî û rizgarîyê ji holê rake; lê îro doza azadîya Kurdistanê her berdewam e.

Dewleta Tirkîyeyê, ev e 97 sal e ji wê sîyaseta xwe ya şer û qetlîam û neheqî û bi dijayetîya Kurdan ve hûnandîye têr nebûye û tu ders jî ji şikestxwarinên xwe dernexistîye.

Mixabin berpirsên kuştin û îşkence û xerabîyên di dema darbeya 12yê îlona 1980yî nehatin darizandin. Piştî ku ew nehatin darizandin; berpirsên kuştin û îşkence û xerabîyên di dema ‘faîlî meçhûlan jî nehatin darizandin. Ji ber ku duhî hesab ji kesî nehatîye pirsîn, îro jî berpirsên Dewleta Tirkîyeyê bi hevalbendî û alîkarîya rêvebirên dema‘faîlî meçhûl’an her êrîş û kuştin û neheqîyên xwe didomînin.

Lê ev sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê dê negihêje tu encameke ku ew xeyal dikin.Doza azadîya Kurdistanê bi rê û rêbazên meşrû, sivîl, sîyasî dê bigihêje armanca xwe ya meşrû.

Ji ber vê rastîyê jî, em bi minasebeta 40emîn salvegera darbeya 12yê îlona 1980yî careke din bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku dest ji vê sîyaset û hişmendîya pûç berdin. Dest ji şerî, ji binpêkirina azadîya ramanî û rêxistinî berdin. Pirsa Kurd û Kurdistanê ne pirseke terorî ye; pirsa azadîya miletê Kurd e, herweha pirsa demokrasî û edaletê ye jî, pirseke sîyasî ye û çareserî jî her bi rêyên guftûgoyan , bi rêyên sîyasî divê bêne peyda kirin.

Di 40emîn salvegera wê de, em bi hemû kiryar û hovîtî û encamên wê ve, darbeya 12yê Îlona 1980yî careke din rûreş dikin.”

12.09.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin