PAK: Gelê Başûrê Kurdistanê Divê li Himberî Provokasyonan Hişyar bin

PAK: Gelê Başûrê Kurdistanê Divê li Himberî Provokasyonan Hişyar bin

.

A+A-

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê: Gelê Başûrê Kurdistanê Divê li Himberî Provokasyonan Hişyar bin

Gelê Başûrê Kurdistanê careke din tûşî provokasyonên xêrnexwazan bûye. Li Silêmanîyê, Helebçeyê û Çemçemalê, hinek kesen provokator, daxwazên meşrû yên gel sûîstîmal dikin û bi navê xwepêşandanê êrîşên terorî dibin ser ofîsên partîyan û dezgehên hikmî û cîh û warên gel û zerarê digihînin wan.

Aşkere ye ku, sebebê wê çi dibe bila bibe, bi navê xwepêşandanê, mafê tu kesî tuneye ku erişî ofîsên partîyan, dezgehên hikmî û cîh û warên gel bikin.Van êrîşana ne cîhê qebûlê ne û bi tu awayî ne kiryarên meşrû ne.

Baş tê zanîn ku Rêvebirîya Bexdayê, Partîyên Ereban yên ku dijminatîya Kurdan dikin û dewletên herêmê yên hevalbend û piştgirên van xêrnexwazane, bi hemû şêweyê êrîşan, bi plan û projeyên pir alî û bi ablûkayên eşkere û veşartî hewldidin ku hemû destkeftîyên federe yên Herêma Kurdistanê ji holê rakin. Rêvebirîya Bexdayê, budçeya Herêma Kurdistanê ya ku mafekî Destûrî ye, hema hema bi giştî birîye. Ev jî bûye sebeba mexdûrîyeteke mezin a gelê Kurdistanê. Sebebê esasî yê van qeyran û neheqî û pirsgirêkên aborî yên li Başûre Kurdistanê , ev helwesta Rêvebirîya Bexdayê ye. Ji bo ku Bexda bêyî pirsgirêk budçeya Herêma Kurdistanê teslîmî wê bike, divê di qada navnetewî de dîplomasîyeke xurtir bê meşandin.

Di vê pêvajoyê de divê gelê Kurdistanê û Rêvebirîya Federe ya Herêma Kurdistanê, xwe ji hemû cure şer û alozîyên navxweyî dûr bixin, divê bi tifaq û yekitîya netewî, li hemû destkeftinên federe xwedî derkevin û wan ber bi dewleteke serbixwe ve bibin.

Hemû kes baş dizanin ku îro gelê Kurdistanê jî, Rêvebirîya Federe ya Herêma Kurdistanê jî rû bi rûyî pirsgirêk û astengîyên mezin ên aborî bûne. Helbete ku wazîfeyeke sereke ya Parlamento, Hikûmet û Serokatîya Herêma Kurdistanê ewe ku, pirsgirêkên aborî yên gelê Kurdistanê çareser bikin, edaleta civakî bicîh bînin û çavkanîyên nû yên aborî peyda bikin. Lê rêya çareserîya pirsgirêkan ne ew rê û amûrin ku zerarê bigihînin destkeftîyên heyî yên li Kurdistanê.

Xebat û bernameyên çaksazîyê, yên bicîh anîna edaleta civakî û yek kirin û ava kirina dezgehên dewletbûnê , divê bi parastin û xurt kirina deskeftîyên heyî re û bi xebat û armanca xwe jê rizagar kirina ji hemû qeyd û bendên serdestan re bi hev re bê meşandin.

Hemû xwepêşandanên ku maf û azadîyên aborî, civakî û demokratîk yên gelê Kurdistanê diparêzin û xwe ji rê û rêbazên tûnd û tujîyê û ji terorê dûr dixin , meşrû ne. Hêzên ewlekarîyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê divê rêzê li xwepêşandanên ku ji terorê û ji tûnd û tûjîyê dûr in bigirin, divê rêzê li xebatên ragehandinê yên ku propaganda û piştgirîya çalakîyên terorî û tûnd û tûjîyê nakin bigirin. Rêvebirîya Herêma Kurdistanê bi tecrubeya xwe ya 29 salî, li gel hemû kêmasîyan jî, îspat kirîye ku Herêma Kurdistanê, li Rojhilata Navîn giraveke azadî û demokrasîyê ye û divê bi her helwest û kiryarên xwe jî vê girava azadî û demokrasîyê geştir û ciwantir bike.

Van bûyerên vê dawîyê yên li Silêmanîyê, Helebçeyê û Çemçemalê rûdane careke din nîşanî me dide ku hinek xêrnexwaz, bi navê xwepêşnadanê, bi rê û rêbaz terorî û tûnd û tûjîyê , bi provokasyonan dixwazin planên xwe yên qirêj bicîh bînin. Divê em rêzê li maf û daxwazên meşrû yên gel bigirin, lê tu eleqeya van provokatoran bi maf û daxwazên meşrû yên gel re tuneye.

Gelê Kurdistanê bi hest û hişmendîya xwe ya welatperwerane û bi wan tecrubeyên xwe yên dewlemend, divê li himberî hemû cûre provokasyonan hişyar be.

Di van bûyeran de heta nuha 10 kesan û bi êrîşa provokatoran pêşmergeyekî jîyana xwe ji dest dane, gelek kes jî birîndar bûne. Em sersaxîyê ji malbatên wan kesên ku di van rûdanan de jîyana xwe ji dest dane re dixwazin, xwedê şîfaya xêrê bide bide birîndaran.

09.12.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

adsiz-tasarim-2-001.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin