PAK: Divê Parêzgarê Colemêrgê îstîfa bike û qesasên Ozcan Erbaş bêne ceza kirin

PAK: Divê Parêzgarê Colemêrgê îstîfa bike û qesasên Ozcan Erbaş bêne ceza kirin

.

A+A-

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê)

“Li gundê Îsyanê yê qezaya Rûbarokê ya li ser parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ve , ciwanê 18 salî Ozcan Erbaş roja 30.11.2020an , di encama teqeyên leşkerên Dewleta Tirkîyeye de hatîye kuştin.

Li gorî agahîyên ku malbata Ozcan Erbaş û niştecîyên li devera ku bûyer lê rûdaye ji çapemenîye re gotine, çar ciwanên ji gundê Îsyanê ji bo komkirina berûyan çûbûne gundê xwe yê berê Bêruxê, li dora demjimêr 15.00an ji qereqola ku nêzîkî gunde, leşkeran teqe li wan kirine, sê kes direvin lê fîşek li pişta Ozcan Erbaşê 18 salî dikeve û birîndar dibe.

Piştî demekê malbata Ozcan û gundî li pey Ozcan digerin û wî bi birîndarî li gundê Bêruxê dibînin û wî radikin nexweşxaneya leşkerî ya Rûbarokê û li benda helîkopterê dimînin, lê helîkopter nayê û Ozcan Erbaş li wê derê canê xwe ji dest dide.

Walîtiya(Parêzgarîya) Colemêrgê jî di derbarê vê êrîşe de ev daxuyanî daye: “Roja 30.11.2020ê dora demjimêr 14:30yan de li gundê Îsyan ê Rûbarokê li devera qedexe kesên ku ji derveyî welat bi armanca qeçaxçîtiyê hewl didan ji hidûd bên hundir ji aliyê hêzên me ve bi devkî hatine hişyar kirin, lê piştî ku bersiv nadin wek hişyarî teqe ber bi hewayê ve tê kirin û di dawîyê de welatiyekî me birîndar dibe; li Nexweşxaneya Sahra ya Rûbarokê ligel hemû hewldanan canê xwe ji dest dide. Derbarê mijarê de lêpirsîna edlî û îdarî berdewam e.”

Walîtîya Colemêrgê rastîyê berovajî dike û dibêje teqe ‘’ li gundê Îsyanê yê li ser Rûbarokê devera qedexe kesên ku ji derveyî welat bi armanca qeçaxçîtiyê hewl didan bên hundir’ hatîye kirin; lê aşkereye ku ev agahdarî ne rast e, ev her çar gêncên Kurd ne qaçaxçî ne. Û qaçaxçî bin jî, mafê tu kesî nîne teqeyê li wan bike.

Sosreta herî mezin jî ewe ku Walîtîya Colemêrgê weke ku henekê xwe bi raya giştî re bike dibêje ’’ teqe ber bi hewayê ve tê kirin û di dawîyê de welatiyekî me birîndar dibe’’.

Çawa dibe ku ‘’teqe li hewayê bê kirin’’ û di encamê de kesek bi wê teqeya li ‘’hewa hatîye kirin’ birîndar bibe?

Ev ne cara yekem e ku gelê me tûşi êrîşên bi vî rengî dibin. Bi sedan nimûneyên bi vî rengî hene. Bi dehhezaran mirovên kurd bêyî pirs û bêyî mehkeme û bêyî ku tu sûc û gunehê wan hebin ji alîyê leşker û jenderme û polîsên Dewleta Tirkîyeyê ve hatine kuştin.

Ji ber ku eve 97 sal e tu qesas û berpirsyarên van kuştin û qetlîaman, qesas û berpirsyarên17.000 ‘faîlî meçhûl’’ên ku ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve hatine kuştin nehatine ceza kirin, nuha careke din leşkerên Dewleta Tirkîyeyê bi hêsanî dikarin gêncekî kurd bikujin û Walîtîya Colemêrgê jî bi hêsanî dikare qerfê xwe li gelê me bike.

Em sersaxîyê ji malbata Özcan Erbaş re dixwazin.

Em kuştina Ozcan Erbaş û êrîşa li ser wî û hevalên wî hatîye kirin şermezar dikin.

Divê demildest Parêzgarê Colemêrgê îstîfa bike û hemû berpirsyarên vê erîşê bêne tesbît kirin û ceza kirin.”

01.12.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin