Özyönetim Üzerine (Bo Rêvebirîya Xweser)/ İsmail Beşikci / 30.09.2015
Siddik BOZARSLAN
Di nava mehek, mehek û nîvê dawîyê da, Partîya Demokrasîyê ya Gelan (HDP), Partîya Herêman ya Demokrasîyê (DBP), li gelek bajarên Kurdistanê, rêvebirîya xweserîyê îlan kir. Di nava wan da bajarên wek Varto, Cîzre, Yuksekova, Silvan, Hizan, Sur (Dîyarbakir) dikarin werin jimartin. Piştî îlankirina rêvebirîya xweserî, li gelek herêman tewqîfkirin û girtina bin çavdêrîyê pêk hatin. Gelek kes girtin bin çavdêrîyê ku ji Yekîtîyên Civatên Kurdistanî (KCK), Kongreya Herêmên Demokratik (DTK), Kongreya Demokratik a Gelan (HDK), DBP û HDP bûn. Hin ji wan hatin tewqîfkirin. Di hin herêman da jî gelserek digel hev hatin tewqîfkirin.
Digel wê li Kars, Ağrı, Doğubeyazıt, Erzirum, Muş, Bidlîs, Sêêrt, Hakkari, Van, Nusaybin û li bajarên İstanbul, İzmir, Mersin, Adanayê dîsa hin kurd xistin binçavdêrîyê û hin ji wan jî tewqîf kirin.
Em weha bifikirin: Yên hatin tewqîfkirin an xistin bin çavdêrîyê, ew hemî li qereqolan, li cem polês, li cem Dozgerê (sawcîyê) Komarîyê û paşê li dadgehê û li zindanê, li her derî kurdî diaxifin. Fikrên xwe, wek mîsal di derbarê rêvebirîya xweser da dixebitin ku dîtinên xwe bi kurdî bidin mehkemeyê, li sawcîtîyê, li qereqolê axftina kurdî bi berdewamî were domandin, li Vartoyê, Silvanê, Yuksekovayê (Gewerê), Agrîyê, Bidlîsê, Cizîrê, Muşê bi kurdî were axiftinê.
Û em bifikirin ku ev bi daîmî were pêkanîn, li Vartoyê, Silvanê, Yuksekovayê (Gewerê), Agrîyê, Bidlîsê, Cizîrê, Muşê û li her derî ev rewş were domandin. Ev pêvajo dê tesîreke çawa biafirîne?
Bi qeneeta min, di van rewşan da kurd, pêvajoya ku pêşîya Kurdistanê veke ev e. Pêvajoya ku di hemî qadên jîyanê da bibe serdest, helbet gelek giring e. Ev divê bi qereqolê, sawcilixê, dadgehê, zindanê ve neyê sînorkirin. Lê di vê rewşê da pêvajoya ku li dadgehê (mehkemeyê) li sawcîlixê, li qereqolê were jîyandin, giring e.
Di esasê xwe da pêvajoya ku bi awayeke xwezayî bijî, ev e. Lê dîtina ”Turkîyeyîbûnê” ku di HDP da, di DBP da û zimanê perwerde û hînbûnê yê gerilla da ku ne kurdî be, van têkilîyan tevlîhev dike, şêlo dike. Divê binê wê were çixêzkirin ku ´Turkîyebûyîn´, tê maneya ku ji heyîyên (cewherên) Kurdistanî dûr dikeve, cîyê dibe, vediqete.
Rêvebirîya xweserî, têgeheke herêmî ye. Vatinî û berpirsîyarîyên rêvebirîya xweser, bi awayek ji alîyê Rêvebirîya Navendî ve tê kifşkirin û ew bi peymanek tê îmzakirin ku her du alî bûne terefên wê peymana lihevhatinê. Di wê lihevhatinê da zelal û vekirî ye ku kîjan selahîyet ya navendî ne, kîjan selahîyet yên xweserî ne, ji hev hatine cîyêkirin. Dema mirov li dinyayê dinêre, tê dîtin ku babetên perwerde, tendurustî, zîreet û asyîşê yên xweserî ne. Ev tê wê manayê ku rêvebirîya xweser bi îradeya yek alî nayê eşkerakirin.
Ev pêvajo dê çawa were jîyandin? Helbet dezgeha sîyasetê bi xebatên sîyasî û desthilatdarî dê wê bide jîyandin.
Di Hilbijartina Giştî ya 7ê hezîranê 2015an da HDP, nêzîkî 6 milyon ray sitand. Li TBMM bi 80 gelwekîlî temsîl dike. Îhtîmaleke mezin e ku di Hilbijartina Giştî ya 1ê çirîya paşîn 2015an da jî encameke weha derkeve meydanê. Giranîya HDP li beledîyan hene ku ji sedî zêdetir in. Digel wê jî kurd di rêxistinên sivîl da bi rêxistin in. Di sektora çapemenîyê da jî dengê kurdan tên bihîstin. Televizyon, radyo, rojname hene ku nêzîkî HDP û kurdan in. Di van şertan da divê sîyaset derkeve pêş. Rêvebirên civatî yên sivil, partîyên sîyasî û gelwekîlan û wd. divê bipeyîvin. Pêwist e pêşîya sîyasetê were vekirin. Jibbo ku têkoşîna sîyasî bikaribe çalaktirî bimeşe, divê rewşeke kêrhatî were çêkirin. Divê dewlet-hukumet, HDP, kurd û Qandîl hewil bidin ku rewşeke weha were avakirin.
Me gotibû ku bi peymanek di navbera rêvebirîya navendî û rêvebirîya xweserî ya herêmî da dikare xweserî pêk were. Eger dewlet-hukumet razî nebe jibo çêkirina peymanek, dê çi bibe? Eger dewlet-hukumet ji daxwazên / talebên kurdan ra bersiv nede, wê çi bibe? Eger rêvebirîya navendî tavîz bo dîtinên xwe nede û ademî-merkezîyetê re meyîl neke, wê çi bine?
Dewlet-hukumet, jibo kurdan dikare mekteb çêneke, dikare mektebeka ku bi zimanê kurdî perwerde bide, veneke. Wê çaxê jî divê cehd were kirin ku her maleka kurd, bibe mektebek.
Vaye di vê nuqteyê da divê mirov li axiftinên Madame Curie binêre: Divê em bînin bîra xwe ku Marie Curie (1867-1934), di 1911an da Xelata Kimya Nobelê wergirtîye. Em bidin zanîn ku di 1903yan da hevjinê (zilamê) wê Pierre Curie (1859-1906) digel Henri Becquerel (1852-1908) Xelata Fizikê ya Nobelê parve kirîye.
Polonya, wek Kurdistan / Kurdan di seranserê dîrokê da çend car hatîye parvekirin, parçekirin, jihev qetîn. Dîroka sîyasî û civatî ya Polonyayê û şibandina dîroka Kurd / Kurdistanê heye. Polonya, di 1870yî da dîsa rewşeke welê jîyabû. Di salên 1870yan da parçeyeka Polonyayê ketîye bin destê Împaratorîya Macaristan-Avusturya, parçeyeka dî ketîye bin destê Împaratorîya Rusyayê, parçeyek jî ketîye bin destê Împaratorîya Almanyayê.
Marie Curie, di salên 1970îyan da zarûkeka 8-10 salî bûye. Herêma ku lê dijîya jî di bin rêvebirîya Împaratorîya Rusya da bûye. Marie Curie, di derbarê perwerdeya wan salan da van axiftinan dike:
Rêvebirîya Rusya, zimanê me, zimanê Lehî qedexe kiribû. Bi zimanê Lehî nivîsîn û axiftin qedexe bû. Ders bi rusî çêdibû. Bi zimanê Lehî tu gotinek nedihat gotin. Bi karanîna zimanê Lehî, tu hevokek / tevokek nedihat çêkirin. Carna jibo kontrolkirinê, ji dervayê mamoste zapitên rusî jî dihatin sinifê. Carna di nîvê dersê da ji nîşkave zapitên rusî dihatin sinifê.
Lê em zarûkên Lehî, dema ders tevav dibû û betlan / tenefus despêdikir û mamoste ji sinifê diçû derve, me di nava xwe da bi zimanê Lehî diaxifîyan. Nivîsarên ku me li malên xwe bi Lehî amade kiribûn, me nîşanê hev didan. Defterên nivîsînê yên bi Lehî û kitêban me bi baldarî vedişartin. Dema tenefus xilas dibû û mamoste dihat sinifê, kitêb û defterên xwe yên Lehî me di çenteyên xwe da li cîyên veşartinê diparastin.
Em zarûkên Lehî, dema sibehan ji mal dihatin mektebê, êvarê ji mektebû diçûn malê; di navbera xwe da tenê bi Lehî diaxifîn û qet cî nedidan zimanê rusî. Me diqet dikir ku kom bi kom (qefle, grub) ji malê biçin mektebê û ji mektebê herin malê.
Ew êvar her kes li mala xwe, li tax û kuçeyên xwe tiştên qewimîne, di derheqê wan da haydarî didan hevalên xwe. Bi wî awayî her kes di heqê têkilîyên Leh-Rus da, di heqê bajar û herêmê da dibû xweyî haydarîyan. Polonîyan dîqet dikirin ku bi rêvebirên rusan ra têkilî çênekin.
Rêvebirên rusên dagirker, zimanê me qedexe kiribûn. Nivîsîn û axifîna bi Lehî qedexe bû. Lê di derbarê Lehî da her malek, dibistanek (mektebek) bû. Malbatên Polonî di nava hewildanên cîyêreng da bûn ku Zimanê Lehî di nav nifşên nû da were hînkirin, were axifîn, were nivîsîn. Polonya, bi wê zanînê giha azadîya xwe.
Van hemîyan, keça Marie Curie, Eva Curie behs dike. Eva Curie, Madame Curie, wergêr: Mebrure Sami Koray, Remzi Kitabevi, 1946 Îstanbul.

