
Amerîkayê hişyarî da Îraqê: Vegera Malîkî xeta sor e
.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di bersiveke taybet a ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê de hişyariyeke tund da aliyên siyasî yên Îraqê.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand:
"Hilbijartina ducare ya Nûrî Malîkî wekî serokwezîrê bê yê Îraqê, dê hikûmeta Amerîkayê neçar bike ku bi temamî pêdaçûnê bi pêwendiyên di navbera Washington û Bexdayê de bike."
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bersiva e-maileke Birêvebirê Nivîsgeha Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde da.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump helwesta xwe bi zelalî aniye ziman.
Trump bawer dike ku hilbijartina Malîkî dê "encamên xerab ji bo gelê Îraqê hebin."
Washington tekez dike ku ew li dû wan hevparan digere ku bi armancên stratejîk ên Amerîkayê yên li herêmê re hevaheng in.
Karên pêşîn ên Amerîkayê li Îraqê
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê lîsteya wan armancan eşkere kir ku di vê qonaxê de ji bo wan girîng in.
Vegera Malîkî wekî metirsiyek ji bo van armancan tê dîtin:
- Bidawîanîna serdestiya wan milîsên ku ji aliyê Îranê ve di nav siyaseta Îraqê de piştgirî lê tê kirin.
- Ji holêrakirina metirsiya wan komên ku ji bo Amerîka, Îraq û herêmê çêdikin.
- Kêmkirina bandor û serdestiya Îranê ya li Îraqê.
- Bipêşxistina pêwendiyeke bazirganî ya xurt a di navbera Îraq, Amerîka û hevparên herêmî de.
Bersiva ji bo nîqaşa 'vetoyê'
Ev helwesta fermî ya Wezareta Karên Derve piştî wê yekê tê ku îniya borî Tora Medyayî ya Rûdawê ji Serok Trump pirsî, "Gelo hîn mafê te yê vetoyê li hemberî vegera Malîkî heye?"
Trump di bersiva xwe de gotibû, "Hinek ramanên me hene û em dê bibînin ka çi diqewime."
Ev daxuyaniya nezelal a Trump bûbû sedema şiroveyên cuda yên serkirdeyên siyasî yên Îraqê lê belê bersiva nû ya Wezareta Karên Derve ya ji bo Rûdawê peyamê zelal dike.
Ev nîşaneyeke xurt e ku vegera Malîkî xeta sor e û dê bibe sedema guherîna bingehîn di miameleya Washingtonê ya bi Îraqê re de.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin