Nuri Aldur

Nuri Aldur

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Spas Mamoste, M.E. Bozarslan

A+A-

Nuri Aldur

Salên 1980 yan bû, em grûbek kurdên Bakur li bajarê Uppsala dijîn û piranîya me hema bêje ku nû bûn li Swêd. Me vê grûbê, pevre dest bi bernameyeke fêrbûna gramer/ rêziman û babetên din yên ziman û edebîyata kurdî kir. Eve bername/program jî, bi mamostetîya gorbihiştê me M.E Bozarslan destpêkir. Em hemî beşdar welatparêz û sîyasîbûn, balam hingî zimanê tirkî di hizr û jîyana me yî rojanede hakîm bû.

Ji bo min bixwe ev dem û bername gelek bi qîmet û hêja bû. Mamostê me, ji tarîx û kûrbûna edebîyata kurdî agadar- û zanyarbû. Lê ji bo me beşderan(anjî ez tenê li ser navê xwe bibêjim) zanyarî û agadarîyamin di van babetande ne pir zêdebû, her çiqas hewes û bawerîyamin ya netewî di qadeke bilind de jî bû.                                          

Wek mîsal ez karim bibêjim ku cara yekem bû ku min dibihîst û fêrdibûm; ku helbesta bi navê ”GAZIN JI XWEDÊ” ya şehîd Faîk Bucak a. Û eger ez çend rêzan ji vê helbestê bo we xwendevanan pêşkêş bikim, wê ronakbîrîya şehîd Faik Bucak darî-çav bibe:

”Ne nan e, ne dan e ne şîv û taştê 

Ho rabîyo, evqas derd û bela ji ku tê…”.                                                                      

Helbest dirêje, lê ez dixwazim bibêjim ku zanyar M.E.Bozarslan bi awakî têgihiştî û pedegojîk dixwest balkêşîyame beşdaran bixê merkezê û me tevan aktîvtir bike û bi rastî, bi ser jî diket. Navê Kemal Badillî û helbesteke wî jî cara yekembû ku min li vir dibihîst. Me beşdaran bi mamostetîya gorbihişt/Bozarslan diktamen/kompozîsyon dinivîsandin û dawî, wî ev nivîsên me kontrol dikirin û bi paşda jî didana me, da em rast û xeletîyên xwe yên gramerî bibînin û fêrbibin.                                                                        

Ez di vê demêde û di vê programêde fêrî termînolojîya gotinên rêzimanî; mîna Nav, Sifet, Şûnnav, Zerf, Bendik, Bangok, Fiîl, Edat/pêvek;  bi kurdî bûm.                                                                

Dîse di van salan de bû ku me li Nordens Folkhögskola Biskops Arnö bi mamostetîya gorbihişt, M.E Bozarslan kursa edebîyata kurdî(felsefeya Ahmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, împaratorîya Medan, dîyalektên kurdî û hin gelek tiştên din) hê bêhtir û hê kûrtir fêr dibûn.

Min berî bi yazdeh salan/2015 an de resensîyonek; li ser pirtûkeke mamoste, ku bi navê ”Baxçê Zimên” e nivîsandibû û ezê bi çend gotinan, ji wê berhemê, vê nivîs a xwe tewaw bikim.

Eve gotinan jî, ji berhema ”Baxçê Zimên” in:

¤ Gazinên xelkê, zortirin ji ezabê qebrê.

¤ Bila merov şûştî be, bila merov birçî be

¤ Ku merov bi keran re bigere, dê wek wan bizire

¤ Qenc li min negerin, xerab ji min nagerin

¤ Siwarên keran, nagijin deran

¤ Min go ez, te go ez , guran xwar kerîyê pez

¤ Her cêlek tê dotin, her gotin nayê gotin

¤ Ê ku bêje û bike, mêre - ê ku nebêje û bike, şêre – ê ku bêje û nekê, kerê nêre.

Spas Mamoste; bo xebat, ked û tekoşîn a te, ji bo gel û welat ê te. Tê her li bîra me be.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

                                     

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin