
Li Stenbolê ji bo dersa Kurdî kampanya: HEZKURD û ŞOPA-KURDê malbat agahdar kirin
.
Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, li dibistanên navîn pêvajoya serlêdana dersa bijarte ya Kurdî dê îro jî bidome.
Li gorî agahiyên Komeleya HEZKURDê, li dibistanên Stenbolê hinek pirsgirêk û astengiyên îdarî ji bo dersa Kurdî tên derxistin.
Li hinek dibistanan form ji bo zarokan nayên dayîn, li şûna zarokan îdareya dibistanan dersan tije dikin.
Her wiha di salên dawî de di formên dersa bijarte de li şûna dersa Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî), tenê “Ziman û Zaravayên Zindî” tê nivîsandin.
Ji ber vê yekê jî piraniya malbat û zarokên Kurd hay ji dersa Kurdî nînin.
Li Esenyurtê xebatên agahdarkirinê
Komeleya HEZKURDê û Komeleya ŞOPA-KURDê ji bo agahdarkirina serlêdana dersên Kurdî li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê stand vekir.
Endamên komeleyan li ber dibistanan belavokên dersa Kurdî li zarok û malbatan belav dikin.
Li hêla din Komeleya HEZKURDê, bi daxwaznameyeke fermî ji Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê daxwaza dirêjkirina serlêdana dersên bijarte kir lê heta niha jî wezaretê ti bersiv nedane.
Civata li ber stranên Kurdî her diçe şên dibe. Xelk li ber stran û kilamên Kurdî govendê digerînin.
Dayîka wî cil û bergên Kurdî lê kiriye û aniye cihê standa dersa zimanê Kurdî.
Eren Sari zarokekî Kurd ê 3 salî ye û di nav civata qelebalix de dildarê herî biçûk ê zimanê Kurdî ye.
Cil û bergên wî gelekî bala xelkê dikişîne, ji ber wê jî xelk pê re wêneyan dikişîne û pê şa dibe.
Dayîka Eren, Xezal Sari, ku heta niha bi Kurdiya xwe ya navmalê diaxivî, êdî bi rêya înternetê (online) xwe fêrî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî kiriye.
Xezal bi dildarî di xebatên ji bo hilbijartina dersên Kurdî de cih digire û bangî fêrbûna zimanê Kurdî dike.
'Lazim e zarokên me hînî zimanê xwe bibin'
Xezal Sariya dildara zimanê Kurdî got:
“Min kurê xwe ji bo zimanê Kurdî anî vir.
Ez dixwazim ku bala xelkê ji bo Kurdî bikişînim.
Lazim e ku zarokên me hînî zimanê xwe bibin.
Qet nebe niha li dibistanan derfeteke dersa bijarte ya Kurdî heye.
Bi serlêdanan dê li dibistanan polên dersa Kurdî bên vekirin.
Kurdiya min jî pir ne baş bû lê min bi saya înternet û dersên online Kurdiya xwe bi pêş xist.”
Dildarên zimanê Kurdî li ber dibistanan belavokên dersa Kurdî li zarok û malbatan belav dikin.
Lê piraniya malbat û zarokên Kurd hay ji dersa Kurdî nînin.
Lewra di salên dawî de, di formên dersa bijarte de li şûna dersa Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî), tenê “Ziman û Zaravayên Zindî” tê nivîsandin.
Cahîdeya dayîka xwendekaran got:
“Heta niha haya me ji dersa Kurdî nebû lê em dixwazin ku li dibistanan dersa Kurdî hebe.
Em dixwazin ku zarokên me jî hînî zimanê dê û bavê xwe bibin.
Heger li dibistanan dersa Kurdî bê dayîn em dê jî gelekî kêfxweş bibin."
Havanûra xwendekara Kurd got:
“Ez ji navçeya Dîgorê ya Qersê me. Ez li vê dibistanê xwendekar im.
Ez Kurdî li gund hîn bûm.
Dema em hatin Stenbolê jî min Kurdiya xwe ji bîr nekir.
Lewra ez tenê li dibistanê bi Tirkî diaxivim lê li nav malê bi dê û bavê xwe re bi Kurdî diaxivim.
Ez dixwazim ku li dibistanan dersa Kurdî jî bê dayîn.”
Hecî Hesen Aslan jî got:
“Mixabin zarok û malbatên me zêde bi Kurdiya Kirmanckî naaxivin. Hemû jî bi Tirkî qise dikin.
Lazim e mirov li sûk, bazar, meclis û li her cihî bi zimanê xwe qise bike.”
Dengbêj piştgiriyê didin xebatan
Dengbêj Mihemedê Serhedî û Dengbêj Sedat Aras jî bi awaz, stran û kilamên xwe piştgiriya kampanyaya ji bo Kurdî dikin.
Dengbêj Mihemedê Serhedî got:
“Ev 100 sal in ku zimanê me qedexe ye.
Bi dersa bijarte ya Kurdî re gavek hatiye avêtin.
Lazim e mirov xwedî li vê gavê derkeve. Divê mirov piştgiriyê bide dersên Kurdî.
Mijara ziman ji bo gelekî girîng e. Ez jî ji bo piştgiriyê bidim xebatên Komeleya HEZKURDê li vir im.”
Pêvajoya serlêdanan didome
Pêvajoya serlêdana dersa bijarte ya Kurdî ji 5ê Sibatê dest pê kir û heta 20ê Sibatê bidome.
Li gorî agahiyên Komeleya HEZKURDê, di vê pêvajoyê de li dibistanên Stenbolê hinek pirsgirêk û astengiyên îdarî ji bo dersa Kurdî tên derxistin.
Dîsa jî dildar û çalakvanên zimanê Kurdî bi hêvî ne ku îsal li Stenbolê bi hezaran xwendekar serî li dersa Kurdî bidin.
Li hêla din Komeleya HEZKURDê bi daxwaznameyeke fermî ji Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê daxwaza dirêjkirina serlêdana dersên bijarte kir lê heta niha jî wezaretê ti bersiv nedane.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin