Osman Şîban: Tevî 2 cenazeyan em ji helikopterê avêtin

Osman Şîban: Tevî 2 cenazeyan em ji helikopterê avêtin

.

A+A-

Osman Şîban ê eskeran ew li Navçeya Şaxê ya Wanê binçav kirin û ji helikopterê avêtin, axivî û got: “Dema em nêzî cihê qişlayê bûn, bi bêtêlê gotin ‘terorist heye di helikopterê de'. Aliyê din jî gotin ‘Wan daxin'. Li ser vê yekê ewil cenaze avêtin xwar û piştre jî em ji helikopterê avêtin xwarê." 

BÊ NAVBER LI ME DIXISTIN 

Şîban piştî bûyerê 50 roj şûnde ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û tiştê wê rojê hatine serê wî vegot. Şîban, anî ziman ku wê rojê ew li gel zarokên xwe, biraziyên xwe û gundiyan rûniştibûn çay vedixwarin û wiha got: "Dema me çay vedixwar Servet Turgut (Xizmên wî dibêjin Mirza) û xizmên wî li gel eskeran hatin cem me. Me dît ku Servet anîn cem me. Li cem Servet 6- 7 esker hebûn. Hêjmar baş nayê bîra min. Dema nêzî me bûn gotin Osman Şiban. Min jî destê xwe rakir. Servet Turgut li nava zeviyê dema giha kom dikir binçav kirin û anîn. 3 caran ji Servet pirsa ‘Osman Şiban ev e ya na?' pirsîn. Servet dawiyê got 'Erê'. Nasnameya min xwestin. Min nasname xwe da wan. Esker got ‘Tu Servet Turgut nas dike ya na? Min got 'Ez nas dikim' Piştre xirpişîn ser min. (Xwe avêtin ser min). Em li pey xwe kaş kirin û birin. Em ji gund derxistin. Em birin cihê gihê. Dema em birin cihê gihê esker jî li wir hebûn. Agir bi der û dorê xistin û dûxan bilind bû. Piştî dûxan bilind bû helîkopter hat. Çend esker di helikopterê de hebûn. Eskerekî ji helikopterê daket, ji eskerê din re got ‘Te ew kurê O o… anî ya na?' Eskerê din jî got erê. Eskerên ku ji helikopterê daketin xwe avêtin ser me. Êrîşî me kirin. Ketober li min didan. Li Ruyê min, çavê min dixistin."  

‘DU CENAZE, EZ Û SERVET JI HELÎKOPTERÊ AVÊTIN' 

Şîban, qala avêtina ji helîkopterê jî kir û wiha lê zêde kir: “Piştre em li helikopterê suyar kirin. Dema em li Helikopterê suyar kirin 2 cenaze di helikopterê de hebûn. Cenaze ne aydî eskeran bûn. Wê demê eskeran li ruyê min xist û gotin 'Li çem û rastê xwe nenere' Bi bêtêlê diaxivin. Dengê fermanê ji bêtêlê dihat. Digot 'Wan bibin qişlayê. Dema em nêzî cihê qişlayê bûn. Dîsa bi bêtêlê gotin ‘terorîst hene'. Li ser vê yekê ji aliyê din dengê "Wan daxin' hat. Piştî vê diyalogê ewil cenaze avêtin xwar, piştre em ji helikopterê avêtin xwar. Dema em ketin xwar esker hatin hilkişan ser me. Eskserekî got ‘terorist hêj sax in. Piştre êrîşî me kirin. Piştî wê çi bû nayê bîra min. Hêj 3-4 rojin ez hatime ser hişê xwe. Hêj hişê min tam ne li serê min e. Yên tên min ziyaret dikin, ez wan baş nas nakim. Min wekî 4 kesan didît." 

MA

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin