Osman Özçelik: Bi ferhengan zimanê nivîskî û pirtûkxaneya kurdî dewlemend dibe

Osman Özçelik: Bi ferhengan zimanê nivîskî û pirtûkxaneya kurdî dewlemend dibe

Di sala 2013an de li Amedê komek akademîsyen, rewşenbîr û karsazên kurd bi navê “Weqfa Mezopotamyayê” sazîyeke sivîl ava kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Weqfê di rêziknameyê de; armanca xwe, rê û rêbazên xebatên xwe bi awayekî berfireh destnîşan kiribû. Weqfê; dê sîyaseta ku li ser ziman, çand, zayend û bawerîyan dihat meşandin red bikira. Dê mirovên ronak, azad ên bi zanistê ve girêdayî bihatina gihandin. Bi vê armancê, dê di her astê de dibistanên ku bi kurdî perwerdehîyê dimeşînin bihata avakirin.

Li Amedê dê zankoyeke pirzimanî bihata vekirin. Ji bilî kurdî; dê bi tirkî, bi îngilîzî, bi ermenkî û suryankî jî perwerdehî hebûya. Rêziknameya Weqfê ji alîyê dewletê jî hatibû qebûlkirin.

Mixabin rewşa sîyasî ya Tirkîyeyê bi carekê serobin bû. Dewletê berê xwe ji demokratîkbûnê guherî, vegerîya ser sîyaseta xwe ya ku di dema avakirina komarê de hatibû qebûlkirin. Ango; yekperestî, dagirkerî, înkar, pişavtin, kedxwarî û tunekirin.

Gava rewş wisa xerab ket, Weqfê, bo avakirina zankoyê di warê aborîyê de desteka ku dihat hêvîkirin bidest nexist. Proje hat taloqkirin. Niha Weqfê giranî daye ser xebatên çand û ziman. Weqfa Mezopotamyayê bi xebatên rewşenbîr û akademîsyenan berhemên hêja diweşîne.

Piştî berhema “Rêbera Rastnivîsê” Du berhemên nû hatin weşandin. Yek jê, “Tûhfetu’l Xîlan Fî Zimanê Kurdan” (Dîyarîya Dostan di Zimanê Kurdan de)  ku Rêzimana Kurdî ya Mela Mahmûdê Bazîdî ye. Berhem ji koleksîyona Aleksandre Jaba hatîye wergirtin. Weqfê berhem latînîze kirîye. Orjînala berhemê destnivîskî 144 rûpel e. 

Berhema din ya nû, ku dixwazim bidim nasîn jî “Ferhenga Têgihên Hiqûqê” ye.

Ferheng, ne tenê hebûn û dewlemendîya bêje, biwêj, term û têgihên zimanan nîşan didin. Ferheng di heman demê de; şêwe û şîroveya jîyanê, kevneşopî, dîrok û jîyana civakî ya neteweyan jî nîşan dide.  Ferheng gencîneya bêjeyên zimanê civakê ye.

Ji bermayîyên Sumeran hatîye famkirin ku bi zimanê sumerî û akadî wek ferheng, bêje hatine nivîsîn.

Di destpêka mîladê de ferhengeke ku wateya bêjeyên grekî û latînî rave dike, hatîye dîtin.

Tê gotin ku Aristophanesê Bîzansî berîya zayinê bi du sed salî,  ji bo pirtûkxaneya Îskenderîyeyê ferhengek amade kirîye.

Ferhenga ku ji alîyê Bawetshi di sedsala yazdemîn a berîya zayinê de, bi zimanê Çînê hatîye amadekirin, ji 40 hezar bêjeyan pêk tê. Ev ferhenga nîvîskî ya herî kevn a pêşketî tê qebûlkirin.

Xebatên amadekirina ferhenga kurdî ji mêj ve heye. Belê xebata yekemîn kîjan e, ez bi xwe nizanim. Em di Rêzimana Mela Mahmûdê Bazîdî de dibînin ku beşekî berhemê wek ferhengeke kurdî-tirkî hatîye amadekirin.

Ehmedê Xanî bi navê “Nûbara Biçûkan” ji zarokên kurd ên di medreseyan de dixwînin re, berhemek nivîsîye. Berhem bi awayekî helbestî, bêjeyên erebî û kurdî rûberî hevdu kirine. Em dikarin bêjin ev jî ferhengokek e.

Ferhengên kurdî pirtirîn bi xebata kesan derketine holê. Bi pêşketina zanista ferhengnasîyê (Lexikoloji) ferheng li akademîyan bi destê komên akademîsyenên zimannas û ferhengnasan têne amadekirin.

Min çav li ser pirtûkxaneya xwe gerand, min dît ku min nêzî bîst ferhengên kurdî berhev kirine. Ferhenga yekemîn a ku min pêde kiribû ya D. Îzolî bû ku weşanxaneya Deng weşandibû. Paşê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, ferhenga Zana Farqînî ya Tirkî-Kurdî û ya Kurdî-Tirkî wek du cildan weşand. Di Ferhenga Zana Farqînî de zêdetirî 131 hezar bêjeyên kurdî hene. Farqînî berhema xwe wek berhemeke netamambûyî dibîne.

Weşanxaneya “do” ferhenga Kamêran Botî Kurdî-Kurdî weşand.

Ferhengên bi zaravayên soranî û kirmanckî (zazakî) jî refên pirtûkxaneya min dixemilînin. “Ferhengî Kurdistan Kurdî-Kurdî” ya Givî Mukrîyanî ji alîyê Enstîtuya Kurd a Amedê ve hatîye weşandin, zehf dewlemend e.

Weşanxaneya Wate bi weşandina “Ferhengê Dimilkî -Zazakî- Tirkî” bêjeyên zaravayê me yê qedîm berhev kirîye. 

Enstîtuya Kurd a Parisê bi navê “Dîctionnaire Kurde-Français/Ferhenga Kurdî-Fransızî” ferhengeke ji 85 hezar bêjeyan pêk tê weşand. Avesta jî berhem gihand ber destê me.

Ji bilî ferhengên giştî, ferhengên mijarên taybet û zanistî jî hatine weşandin.

Weqfa İsmail Beşikçî, “Ferhenga Termên Fenî/ Kurdî (Kurmancî)-Tirkî-Îngilîzî”;

Weşanxaneya Doz, Ferhenga Erdnîgarîyê” ya Abdurrahman Önen;

Weşanxaneya Nûbihar, “Ferhenga Zanistên Civakî” ya Prof. Abdullah Kıran; 

Enstîtuya Kurd a Stenbolê, “Ferhenga Biwêjan” a Mustafa Borak; 

Weşanxaneya Lîs, “Ferhenga Biwêjan” ya Dîlawer Zeraq wek sê cildên ku ji 18 hezar biwêjan pêk tê weşand.

Weqfa Mezopotamyayê û Baroya Dîyarbekirê; bi keda çar salên 20 zimanzan, hiqûqnas û akademîsyenên kurd ên ku wek “Komxebata Hiqûqê” xebitîne, berhema bi navê “Ferhenga Têgihên Hiqûqê” dîyarî pirtûkxaneya kurdî kirin.

Mîkaîl Bilbil û Sabîr Ebdulahîzad jî, bi edîtorîyeke profesyonelî qîmeta berhemê bilind kirine. 

Berhem bi hevoka, “Em vê xebatê dîyarî Tahir Elçîyê nemir dikin ku ev xebat, xeyaleka wî bû…” dest pê dike.

Ferhenga Têgihên Hiqûqê ji du beşan pêk tê. Di beşa yekem de, têgihên hiqûqê her yek bi paragrafekê û bi kurdî hatine ravekirin. 

Beşa duyemîn bi pênc zimanan (tirkî, kurdî, îngilîzî, erebî, farisî) wek lîsteyeka têgihan hatîye amadekirin. Di berhemê de nêzî hezar têgihên qiqûqê yên bi kurdî cih girtîye.

Destê kedkarên vê xebatê sax be û spas bo Weqfa Mezopotamyayê û Baroya Amedê.

Nûpel

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin