COLEMÊRG - Pezkoviyek kuşt, nêzîkî milyonek lîre ceza xwar

COLEMÊRG - Pezkoviyek kuşt, nêzîkî milyonek lîre ceza xwar

.

A+A-

 Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, kesekî ku pezkoviyeke di bin parastinê de nêçîr kiribû, ji aliyê tîmên Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî (DKMP) ve hat girtin.

Li wî nêçîrvanî cezayê pereyan û tezmînateke rekor hat birîn.

Tîmên Birêvebiriya Giştî ya DKMPyê di çarçoveya çalakiyên parastin û kontrolê yên li deverên çiyayî de, nêçîrvanek li gel pezkoviya ku wî nêçîr kiribû girt.

956 hezar û 619 lîre ceza

Li gorî daxuyaniya Birêvebiriya Giştî ya DKMPyê, ji ber vê kiryarê li nêçîrvan bi giştî 956 hezar û 619 lîre (nêzîkî 27 hezar dolar) cezayê îdarî û tezmînat hat birîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Tîmên me yên ku li deverên çiyayî yên Colemêrgê xebatên parastin û kontrolê dimeşînin, kesekî bi pezkoviyeke nêçîrkirî re girt.

Li gorî mevzuata pêwendîdar, bi giştî 956 hezar û 619 lîre cezayê pereyan û tezmînat li wî kesî hat sepandin.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin