
Beşîr Nasirî peykerekî Dilşad Seîd çêkir
.
Peykersazê Kurd Beşîr Nasirî, peykerekî muzîkjen û bestekarê navdar ê Kurd Dilşad Seîd çêkir.
Peykersaz Beşîr Nasirî da zanîn ku ew dixwaze di paşerojê de peykerekî kemanjenê Kurd Mucteba Mîrzade jî çêbike.
Beşîr Nasirî derbarê karê xwe yê nû ji Rûdawê re axivî û got:
"Min peykerê Dilşad Seîd bi dilê xwe çêkiriye û bi daxwaza kes û aliyekî nebûye lê eger paşê aliyek daxwaz bike, ez dê bidimê."
Peykersazê Kurd li ser sedema hilbijartina Dilşad Seîd wiha axivî:
"Dilşad Seîd yek ji wan kesayetên girîng e ku xizmeteke mezin ji muzîka Kurdî re kiriye.
Ew kemanjenekî jêhatî û kesekî akademîk e, bandoreke wî ya mezin li ser hunermendên serdema xwe û niha jî heye."
Peyker ji keresteyê fîberglasê hatiye çêkirin û bilindahiya wî metreyek û nîv e û karkirina li serê sê mehan ajotiye.
Nasirî amaje bi wê yekê jî kir ku projeya wî ya bê dê çêkirina peykerê hunermend Mucteba Mîrzade be.
Beşîr Nasirî xelkê navçeya Paweyê ya Rojhilatê Kurdistanê ye û derçûyê Beşa Hunerên Bedew a Zanîngeha Tehranê ye.
Nasirî berê peyker ji bo çendîn kesayetên navdar çêkirine.
Di nav wan de Mezher Xaliqî, Şêrko Bêkes, Hejar Mukriyanî, Pîremêrd, Mewlewî, Bêsaranî, Şehram Nazirî, Mihemed Reza Şeceryan, Mîrza Şefîyê Paweyî û Xalo Huseynê Kêwken hene.
Peykerên Mewlewî, Bêsaranî û Mîrza Şefîyê Paweyî ku karên Nasirî ne, li qadên giştî yên bajarê Paweyê hatine danîn.
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin