
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serdaneka fermî gihîşt Misrê
.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serdaneka fermî gihîşt Misrê û biryar e ku di serdana xwe de bi Serokkomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî û hejmareka rayedarên din ên wî welatî re bicive.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êvara îro (Şemî, 20.12.2025) bi serdaneka fermî gihîşt Qahîreya paytexta Misrê û ji aliyê Wezîrê Rewşenbîriyê Ehmed Fuad Hino û hejmareka rayedarên din ên Misrê ve pêşwaziya wî hat kirin.
Li gorî ragihandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê di wê serdana xwe de bi Serokkomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî û rayedarên din ên payebilind ên wî welatî re bicive û dê pê re pêşxistina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Misrê de û guhertinên dawiyê yên rewşa giştî ya Iraq û deverê nîqaş bike.
K24

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin