Ofîsên ENKSê yên li  Dirbêsîyê û Amûdê tûşî êrîşan bûn, hatin şewitandin

Ofîsên ENKSê yên li  Dirbêsîyê û Amûdê tûşî êrîşan bûn, hatin şewitandin

.

A+A-

Ofîseke din a Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, şeva bihorî  hatiye şewitandin.


Li gor zanyariyan  hola civînan a ofîsa ENKSê ya li bajarê Amûdê hatiye şewitandin û kelûpelên di nava ofîsê de şewitîne.
 
ENKS dibêje  grûpekê bi navê “Gencên Şoreşgêr”   van êrîşan kiriye.

Mihemed Omer Şêx Mûs, Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSê ya li Amûdê derbarê şewitandina ofîsê de ji Rûdawê re ragihand, hejmarek “kesên tundrew” êrîş kirine ser ofîsa wan û kelûpelên nav ofîsê û “alayên Kurdistanê şewitandine”.

Mihemed Omer Şêx Mûs derbarê zirarên şewatê de jî got, “Zirarên madî gihîştine ofîsê û tişta ku gelek em pê diêşin, alên me têde şewitîne.”

Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSê ya li Amûdê tekez jî kir, “yên ku ev kar kirine, yekrêziya milletê Kurd naxwazin û karekî gelek xirab kirine.”

Fermandarê Giştî yê HSDê herwiha têkildarî êrîşên vê dawiyê yên bo ser ofîsên ENKS li Rojavayê Kurdistanê jî diyar kiriye, “Mafê tu kesî nîne êrîşî nivîsgehên ENKS û tu partiyên siyasî li Rojava bike, Hêzên Ewlehiya Hundirîn dê li gorî qanûnê bi erka xwe rabin.”

Şeva bihorî li bajarê Dirbêsiyê jî grûpekê êrîşî ofîsa Encûmena Xwecihî ya ENKSê kiribû û gulle berdabûne baregeha wê.

Serokê Encûmena Xwecihiya ENKSê li Dirbêsiyê, Îdrîs Şêx Xelef ji Rûdawê re ragihand, grûpeke têkder ew êrîşê pêk aniye û diyar kir, ji ber ku ofîsa wan girtî bûye û ti kes lê nebûye, lewma tenê ziyanên madî gihiştiye baregeha wan.

Herwiha her doh Duşemê hewl hatibû dan, li bajarê Qamişloyê jî êrîşî ofîsa Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê (PDK-S) bê kirin.


Rêveberiya Giştî ya ENKSê êrîşên li ser ofîsên xwe şermezar kir û ragihand, mebesta van binpêkirinan.


Serokê Encûmena Xwecihiya ENKSê herwiha got, ew dê li ser hewlên xwe yên diyaloga Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê berdewam bin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin