NY: Li Ukrayna Pirtir ji 7 Hezar Sîvîl Hatine Kuştin

NY: Li Ukrayna Pirtir ji 7 Hezar Sîvîl Hatine Kuştin

.

A+A-

Ofîsa Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) ragihand ku li Ukrayna ji destpêka şerê Rûsya û Ukrayna vir ve zêdetirî 7,000 sîvîl hatine kuştin.

OHCHR dîyar kir ku piranîya qurbanîyên sîvîl bi topan, sîstemên muşekan yên piralî û êrîşên esmanî canên xwe ji dest dane.

Li gor ragihandina OHCHR kuştina 7,031 sîvîlan hatiye piştrast kirin, lê ew sazî bawer dike hejmara qurbanîyan gelekî zêdetir e.

Ew sazî dîyar dike ku xebatkarên wan li benda piştrastkirina gelek raportan in û ew negihîştine deverên şerên giran lê diqewmin.

Sivîl bi piranî li wan herêman hatine kuştin ku di bin kontrola hikûmeta Ukrayna de ye.

Şerê Rûsya û Ukrayna di dawîya Sibata sala 2022yan re destpê kir.

Ukrayna dibêje ku axa wê tê dagirkirin, lê Rûsya dîyar dike ku ew operasyoneke taybet li dar dixe.

Jêder: AFP

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin