NY jibo Xebatên COVID-19 Daxwaza 35 Mîlyar Dolaran bo WHO Dike

NY jibo Xebatên COVID-19 Daxwaza 35 Mîlyar Dolaran bo WHO Dike

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres îro Pêncşemê bang li welatên dewlemend kir ku 35 mîlyar dolar bidin Rêxistina Saxlemî ya Cîhanî (WHO).

A+A-

Guterres got ku ev dirav wê di xebat û lêkolînên çêkirina test, derman û vaksînên jibo vîrusa korona de were bikaranîn.

Wî got ku ger di nav sê mehên pêş de 15 mîlyar dolar neyê dîtin, ewê neçar bin ku derfeteke girîng ya pêkanîna lêkolînên pêşketî peydakirin û belavkirina test û dermanên jibo COVID-19 berdin.

Guterres da zanîn ku WHO heta niha tenê 3 mîlyar dolar wergirtiye û jibo vegerandina normalbûnê li cîhanî pirtir dirav pêdivî ne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin