NY: Bi Qasî 3 Mîlyon Koçber jiber Şewba Vîrusa Korona Nikarin Vegerin Welatê Xwe

NY: Bi Qasî 3 Mîlyon Koçber jiber Şewba Vîrusa Korona Nikarin Vegerin Welatê Xwe

NY: Bi Qasî 3 Mîlyon Koçber jiber Şewba Vîrusa Korona Nikarin Vegerin Welatê Xwe

A+A-

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku bi qasî 3 mîlyon koçber jiber şewba vîrusa korona nikarin vegerin welatê xwe.

Rapora Rêxistina Navneteweyî ya Koçberîyê (IOM) ya girêdayî NY’ê raber dike ku 2,75 mîlyon koçber jiber girtina sînoran nikarin vegerin welatê xwe.

Di wê rapora IOM’ê de koçberên pirtir ji 100 dewletan hene û ew hejmara kesên nikarin herin welatê xwe, bi tenê kesên çûne welatekî din û dixwazin vegerin welatê xwe dîyar dike.

Dîrektorê Giştî yê IOM’ê Antonio Vitorino dîyar kir ku tevî ku şewba vîrusa korona heye jî divê koçber karibin bi awayekî ewle vegerin welatên xwe.

46 ji sedê koçberan li welatên Rojhilata Navîn û Afrîqaya Bakur û beşeke wan jî li welatên Asya asê mane.

Berdevikê IOM’ê Paul Dillon jî da zanîn ku 648 hezar koçber li Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, 280 hezar koçber jî li Erebistana Saudî asê mane ku piranîya wan karkerên avahîyên yên ji welatên Asya û Afrîqa ne.

Dillon da zanîn ku hin koçber jî di gemîyan de mane û got ku ‘’Meriv 6 mehan di gemîyekê de asê bimîne, rewişeke pir xirab e.’’

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin