Neşet Zaza: Jeffrey wê sardana Rojavayê Kurdistanê bike û Lêvegera Siyasî bê ragihandin

Neşet Zaza: Jeffrey wê sardana Rojavayê Kurdistanê bike û Lêvegera Siyasî bê ragihandin

Endamekî Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PDK-S) ji K24ê re ragihand, Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey sardana Rojavayê Kurdistanê dike û Lêvegera Siyasî di navbera ENKS û PYNKê di bin çavdêriya wî de tê ragihandin.

A+A-

Endamê Polîtburiya PDK-Sê Neşet Zaza li ser dawî pêşhatinên diyaloga kurdî ya di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yektiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) ji K24ê re diyar kir, qonaxa duyem a danûstandinan ber bi dawiyê ve diçe.

Herwiha Zaza diyar kir jî, hin pirsên qonaxa sêyemîn jî gengeşe li ser wan çêbûne û lihevkirin li ser çê bûne. Lê ji bo pirsa sereke ya qonaxa çarem ku pirsa leşkerî ye, heta niha ti nêzîkahî jê re çênebûne.

Neşet Zaza: Lihevkirineke baş di pirsa Lêvegera Siyasî de heye. Lê hin pirsgirêk di wê pirsê de hene, me bi şûn ve xistine, ji ber ku em naxwazin ew pirsgirêk bibin sedem ku dilê xelkê me pê nexweş be.”

Herwiha Zaza got: 2 pirsgirêkên sereke di pirsa Lêvegera Siyasî de hebûn. Yek ji wê pirsa rêjeya nûnertiyê her aliyekî, lê ew çareser bûn. Lê pirsgirêka maye, pirsa Girêbesta Civakî (destûr) e. Em dixwazin pêdaçûnek di wê destûrê de bê kirin, lê hin pirsgirêk derdikevin. Herwiha di pirsa Rêveberiyê de jî hin têbînî hene, me ew têbîn jî bi şûn ve xistine.

Neşet Zaza aşkere kir: Em dikarin bibêjin li ser pirsa Lêvegera Siyasî, lihevkirineke demkî heye. Di du rojên bê de dikarin bibêjin emê jê xelas bibin. Dixwazim gelê me dilxweş bikim ku Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey di demeke nêzîk de sardana rojavayê Kurdistanê dike. Eger e di bin çavdêriya wî de Lêvegera Siyasî bê ragihandin.

Zaza di berdewamiyê jî de got: “Amerîka roleke gelekî girîng di krîza Sûriyê bi giştî û di navbera ENKS û PYNKê de dilîze. Amerîka xwe wek gerentîkar dibîne ji diyalogê re. Em jî dixwazin rola Amerîka hebe, ji ber ku berê 2 rêkeftin hatin kirin, lê aliyê din cibicî nekirin. Amerîka heta niha xwe wek gerentîkar nîşan nedaye, ji bo bicihkirina mafên gelê kurd di Sûriyê de. Lê ew dibêjin ku ew ê vê projeyê bibin serî.”

Li ser pirsa tevlîbûna partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriye (El Wehde) û Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê (Pêşverû) di nava diyaloga kurdî – kurdî de, Neşet Zaza diyar kir: “Ti veto li ser tevlîbûna wan her du partiyan ji aliyê ENKSê ve tune ye. Me bi awayekî fermî jî ji Pêşverû xwast ku tevlî diyalogê bibin, ji bo cihê wan ji di nava Lêvegera Siyasî de hebe. Partiya El Wehdê jî beşek ji MSDê ye û dikare cihê xwe di nava aliyê din de bigire.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin