"Nerazîbûnên Tirkiye û Îranê ji pûla serdana Papa û Helwesta Kurdan"

"Nerazîbûnên Tirkiye û Îranê ji pûla serdana Papa û Helwesta Kurdan"

.

A+A-

Yaşar Abdulselamoğlu

Meqesa Sykes-Picot û Lozanê nekin Meqesa İlm, Rastî û ya Akademiyê

Piştî serdana Papa Francis bo Iraq û Herêma Kurdistanê, çend pûlên bi wêneya Papa Francis ji aliyê Wezareta Veguhastin û Gihandinê ve ku nexşeya Kurdistana mezin li sere hatin çapkirin, ew yek bû cihê nerazîbûna Îran û Tirkiyê. nerazîbûna xwe li hember dîzayna pûleke Papa Francis nîşan da ku "nexşeya Kurdistana mezin" li ser e û "pûlek hatiye dîtin ku nexşeyeke têde ye û çend parêzgehên Tirkiyê jî li xwe girtiye."

Piştê wê Îran jî nerazîbûna xwe ji pûla serdana Papa diyar kir û xwest ku "ew şaşî were serrast kirin."

Ji aliye din, di daxuyaniyeke Kurdan derbarê mijarê de hate diyar kirin ku ew pûl ji aliyê çend dîzayner û hunermendan ve hatine amadekirin û ew dîzayna destpêkê ne û hêj bi awayekî fermî biryar li ser nehatiye dayîn, lê dema ku bi fermî biryar li ser were dayîn, ew dê ligel nivîsa Kurdî nivîsên bi zimanê Erebî, Sûryanî û Tirkmenî jî lê zêde bikin.

Gelo ji ber sedemên dîplomasiyê û bi egera "correct politic" nexşeya Kurdistana gewre di pûla serdana Papa de divê were guhertin an na?

Ez bi sedemên zanîstî û ya akademîk nêrina xwe dixwazim bibêjim ku, divê neyê guhertin, ji ber argûmanên jêrin:

Çawa pircaran herweha di bûyera ya aniha de jî wê nexşeya Kurdistana gewre armanc erdên kurdan a dîrokî û ya sosyolojîk e. Gelo dema ku em bixwazin behsa bûyereke ku li ser temamiya kurdan bandor kiriye bi erdnîgariya xwe ve nişan bidin, em ê, wê wêneye çawa îllûstre bikin?

Tirk ji İrani ji dinya ji dizane ku di nava erdnigariya ku ev nexşe diyar dike di wir de Kurd dijîn, û ew tevî bi sînoran li ser heman beje hemî meseleyên jiyanê, dinyayê bi hemin şêweyî helwest datînin, an bûyer li ser wan bi hemin şêweyî bandoran dikin. Di hatina Papa Françis de ji, çavdêr baş dîtin ku Kurd di nava vê erdnîgariyê de bi temami hemin reakisiyonê nîşan dan; pê şad û bexwtewar bun.

Tevi ku Osmanî û İrana bere êdî bûne dîrok, gelo dema em behsa dirokekê dikin, ma em ji ber reaksiyona yûnaniyan Selanîkê di nava Osmaniyê de nişan nedin?

Kurdistan weke erdgnigari û nexşe ne bi tenê Rastiyeke Diroki, lê herweha iro ji rastiyeke sosyolojik e; herkes Kurdistan weke erdnigariya ku Kurd têde dijin, dizane. Kurdistan ne bi tenê nexşeyeke erdnigari, nexşeyeke diroki, lê her weha nexşeyeke etnografik e. Sosyolojik e. Dema ku tişteke ku peywendiya wê bi seranser gişt kurdan ve heye, bê vê nexşeyê mirov nikare rastiya kurdan bi wêne bike.

Ne bi tenê di serdana Papayi de, herweha bi hezaran meseleyên din ên rojane de.

Lewra, fermikirina pula serdana Papayi weke derbirina helwesteke şad û bextewarbûna hevbeş a kurdan giring e, û ne bi tenê bi vê bûyerê ve girêdayi ye.

Nabe ji ber sedemên diplomasi, "correct politikiyê" rastiyên ilmi bên bincil kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin