Nêçîrvan Barzanî: Divê hemû alî aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê biparêzin

Nêçîrvan Barzanî: Divê hemû alî aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê biparêzin

Nêçîrvan Barzanî: Divê hemû alî aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê biparêzin

A+A-

 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê hatiye kirin de, peyamek belav kir û tê de ragihand, “Wê êrîşê bi destdirêjahiya li ser xelkê Herêma Kurdistanê û hevpeymanên wê di şerê dijî terorê de dibînin.”

Di daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê de hat:

Şeva bûrî demjimêr 20:30, grûpeke têkder şeş mûşek ji navçeya Bertile ya parêzgeha Neynewayê arasteyî binkeyên Hevpeymanan li Hewlêrê kirin. Xweşbextane ti ziyan nebûn.

Di demekê de ku wê êrîşê bi destdirêjiya li ser xelkê Herêma Kurdistanê û hevpeymanên wê di şerê dijî terorê de dibînin, di heman demê de di wê baweriyê de ne ku divê hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê û Iraqê, hêza Pêşmerge, artêşa Iraqê û Heşda Şeibî hewlên xwe bikin, ji bo rêgiriyê li her hewleke têkderane ya hemû grûpên ajawagêr û têkderan bikin.

Divê qurbaniyên Pêşmerge û hemû hêzên Iraqê û Hevpeymanan, me han bide, ji bo parastina aramî û ewlehiya hemû Iraqê û hemû balyozxane û nûneratiyên cîhanê li Iraqê. Herwiha divê bi baştirîn şêwe hewla peydakirina aramiyê bidin, di vê rewşa aboriyê ya xirap a bi sedema nexweşiya vîrûsa Koronayê bi ser xelkê welatê me û cîhanê de hatiye.

Ewên êrîşên têkderane encam didin, dijminê hemû Iraqê ne û divê hemû hêzên Iraqî bi yekdestî rûbirûyî wan bibin û wan rûbirûyî yasayê bikin. Em jî bi mebesta dirustkirina wê hevahengiyê ligel Serokwezîrê Iraqê birêz Mistefa Kazimî, hemû hevkarî û piştevaniyê dikin ku piştrast in ji bo aramî û ewlehiyê de, her hewlekê dide.   

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin