Navenda Revenda Kurd li Derve bang li PKKê kir

Navenda Revenda Kurd li Derve bang li PKKê kir

.

A+A-

Navenda Revenda Kurd di daxuyaniyekê êrîşa PKKê bo ser Pêşmergeyê Kurdistanê şermezar kir û piştevaniya xwe bo qeqareya Herêma Kurdistanê kir.

Îro roja şemiyê Navenda Revenda Kurd di daxuyaniyekê de piştevaniya xwe ji bo qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê, dam û dezgayên destûrî, yasayî û destkevtiyên nîştimanî û neteweyî aşkere kir û bang li PKKê kir  di vê rewşa hestiyar ya Başûrê Kurdistanê de keda xelkê berçav bigirin, dest neavêjin kar û barên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêzê jê re bigirin.

Navenda Revenda Kurd ragiahndiye: “‏Mixabin, di vê rewşa hestiyar a aborî, tendirustî û siyasî a bi taybetî li herêmê û Kurdistanê de divê hinek zanyarî û şîrove werin kirin di derbareyê êrîşa li ser Hêza Pêşmergeyên ku stûyê terorîstên DAIŞê têkşikandin. ‏Ew girjî û aloziyên ji aliyê PKKê ve têne kirin ji xeynî têkdana aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê, dijayetiya destkevtiyên nîştimanî û neteweyî yên gelê me, metirsî ye ji bo jiyan û berjewendiyên Herêma Kurdistanê û bandora wê ya li ser civata navneteweyî jî.”

Herwiha Navenda Revenda Kurd li Derve tekez dike,  “‏Em di vê demê de piştgiriya xwe ji bo qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê, dam û dezgayên destûrî, yasayî û destkevtiyên nîştimanî û neteweyî aşkere dikin. Em destdirêjiya li ser berjewendiyên nîştimanî şermezar dikin.”

Navenda Revenda Kurd li Derve bang li PKKê jî dike û dibêje, “‏Em ji serkirdeyên PKKê dixwazin ku di vê rewşa hestiyar ya başûrê Kurdistanê de keda xelkê berçav bigirin. Ji bo rêgiriya bûyerên neyînî, divê dest neavêjin kar û barên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêzgirtinê jêre bikin, û vegerin meydana xwe ya rastî ku ew jî bakurê Kurdistanê ye.”

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin