NATO: Divê Amerîka û Tirkiyê çareseriyekê ji bo S-400an bibînin

NATO: Divê Amerîka û Tirkiyê çareseriyekê ji bo S-400an bibînin

.

A+A-

Sekreterê Giştî yê Natoyê Jens Stoltenberg, li ser biryara Amerîka ya cezakirina Tirkiyê daxuyaniyek da û got divê Amerîka û Tirkiyê çareseriyekê ji bo S-400an bibînin.

Sekreterê NATO Jens Stoltenberg di daxuyaniyekê de dibêje, Amerîka û Tirkiyê jî endamên NATO ne û divê çareseriyekê ji krîza sîstema berevaniya mûşekî ya S-400 re bibînin.

Jens Stoltenberg dibêje, ew xemgîn e ji ber ku hevpeymanên NATO dikevin rewşa cezakirina hev û bang li herdû aliyan kir ku çareseriyeke erênî bibînin.

Stoltenberg bal kişande ser wê yekê jî ku bazar li ser sîstema mûşekî ya Patriotên Amerîkî û SAMP/T ya Ewropî jî têne kirin û got ev herdû sîstem li gel sîstemên berevaniyên NATO diguncin.

Amerîka, bi hinceta ku S-400a Rusî li gel sîstemên berevaniya NATOyê naguncin, Tirkiyê ji bernameya balafirên F-35 derxist.

Tirkiyê û Rûsya, peymana sîstema mûşekî ya S-400 bi buhayê 2 milyar û nîvan sala 2017an îmze kiribûn. Meha Hezîrana 2019an ew sîstem gihîşte Tirkiyê û îsal meha Cotmehê hate testkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin