Nafî Ebdullah: Êrîşa ser ofîsa ENKSê xizmeta yekrêziyê nake

Nafî Ebdullah: Êrîşa ser ofîsa ENKSê xizmeta yekrêziyê nake

.

A+A-

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Nafî Ebdullah li ser êrîşa ofîsa ENKSê ya li Dirbêsiyê diyar kir: “Bi qenaeta min, karekî rêxistinkirî tê kirin, ji bo ev yekrêzî, an jî ev rêkeftinên ku birêve diçin, ev diyalogên ku birêve diçin hilweşe.”

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Nafî Ebdullah ji bajarê Qamişlo beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê û li ser karvedanên êrîşkirina ser ofîsa Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), bersiv da pirsên Cemal Batun.

Nafî Ebdullah diyar kir: “Em weke Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) van kiryarên ku çêdibin, bi taybetî ev kiryara ku çêbû li bajarê Dirbêsiyê, li ser ofîsa Encûmena Niştimanî ya Kurdî û herwiha li ser welatiyan, em şermezar dikin.”

Li ser encam û karvedanên êrîşan, Nafî Ebdullah destnîşan kir: “Birastî dilsarî li cem miletê me çêdike, bi taybetî em di diyalogê de ne, em û aliyê din, em naxwazin ev tişt rûbidin, dibin warekî ku ev diyalog lawaz bibe û bikeve astengiyê.”

Nafî Ebdullah diyar dike: “Divê em rêz û îhtiramê ji hev re bigrin û em karibin van kêşeyan bi diyalogê çareser bikin.”

Derbarê êrîşa ser ofîsa ENKSê de, Ebdullah eşkere kir: “Bi qenaeta min, karekî rêxistinkirî tê kirin, ji bo ev yekrêzî, an jî ev rêkeftinên ku birêve diçin, ev diyalogên ku birêve diçin hilweşe, an jî zehmetiyan jê re çêkin, demeke dirêj bibin vê diyalogê, birastî dirêjbûna wê xizmeta yekrêziyê nake.”

Nafî Ebdullah destnîşan dike ku bûyerên li başûr çêdibin, divê bandora xwe li ser rojavayê Kurdistanê neke û ew hêvî dikin ku kiryarên rûdidin, careke din rûnedin.

Ebdullah eşkere kir: “Hinek kes hene naxwazin ev diyaloga Kurdî-Kurdî bi ser bikeve, astengiyan tînin pêşî, carinan di ragihandinê de û carinan li ser zemînê û di pratîkê de jî bi kar tînin. Ev êrîşa ser ofîsa me li Dirbêsiyê û êrîşa ser milk û samanên xelkê, dikeve vî warî.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin