Mustafa Ozçelîk serdana Nêçîrvan Barzanî ya bo Tirkiyê nirxandin

Mustafa Ozçelîk serdana Nêçîrvan Barzanî ya bo Tirkiyê nirxandin

Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk tekez kirin ku Herêma Kurdistanê di çareserkirina pirsa Kurd de li herêmê aktorekî esasî ye.

A+A-

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk beşdarî bultena Rûdaw TV bû û behsa girîngiya serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya bo Tirkiyê kir.

Mustafa Ozçelîk amaje bi pirsa Kurd kir û tekez kir ku Herêma Kurdistanê di çareserkirina pirsa Kurd de aktorekî esasî ye û got, “Dewleta Tirkiyê kiriye armanca xwe ku Kurd li ti deran nebin xwedî statuyekê û ti mafan bi dest nexin û herwiha mafên heyî jî sînordar bike. Ev siyasetek xelet e.”

Serokê PAKê balkişand ser wê yekê jî ku Tirkiye hewl dide karîgeriyê li ser siyaseta Kurd a giştî bike û got, “Em hêvîdar in ev hevdîtin şerê li Bakurê Kurdistanê rawestînin. Ji bo vê jî divê em destê Kurdên li Bakurê Kurdistanê destê Herêma Kurdistanê bihêz bikin.”

Mustafa Ozçelîk got, “Li ber hemû Kurdan derfetek dîrokî heye. Divê em destkeftên li Herêma Kurdistanê û Rojava biparêzin. Divê em siyaseta sivîl  bihêz bikin.”

Serokê PAKê Ozçelik diyar jî kir ku ji ber siyaseta niha ya Tirkiyê “em nikarin bêjin bi vê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê prosyeke nû dest pê bike.”

Mustafa Ozçelîk herwiha tekez jî kir ku helwesta Fransayê ya li hember Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de girîng e û got ku Kurd dikarin rola di peywendiyên Fransayê yên li gel welatên navçeyê bilîzin.

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin