Mustafa Ozçelîk: Nabe bê qebûl kirin PKK serweriya herêma Kurdistanê binpê bike

Mustafa Ozçelîk: Nabe bê qebûl kirin PKK serweriya herêma Kurdistanê binpê bike

.

A+A-

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk rexneyên tund li Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê kirin ku rêz li serweriya axa herêma Kurdistanê, parlamento û hikûmetê nagre û zemîn xweş dike ku Tirkiye bikeve axa herêma Kurdistanê.

Mustafa Ozçelîk ji BasNewsê re ragehand: ‘’Nabe rê bê dayîn PKK serweriya herêma Kurdistanê binpê bike û êrîş bike.’’Derbarê şehîd kirina Pêşmergeyek û birîndar kirina 3 kesên din de jî got: ‘’Em wek PAK serxweşiyê li malbata Pêşmergeyê şehîd dikin ku bi destê çekdarên PKKê şehîd bûye û xwedê selametiyê bide birîndaran.’’

Mustafa Ozçelîk got: ‘’Ev hewldanên PKKê ji me re dibêjin ku bi ti awayekî rêz li Parlamento û hikûmet û saziyên fermî yên hikûmeta herêma Kurdistanê nagre û îradeya wê binpê dike ku ev yek jî nayê qebûl kirin. PKK pêwîste her pirsgirêkeke xwe li gel herêma Kurdistanê hebe jî, bi rêya diyalogê ve çareser bike û yek ji wan partiyan be ku serweriya Kurdistanê diparêze. Ne ku êrîş bike, ji ber ev zemîn xweş dike bo Tirkiyê ku bikeve herêma Kurdistanê. Divê PKK dest ji wê siyasetê berde ku hember herêma Kurdistanê ye.’’

Serokê PAKê got: ‘’PKK divê dûr bikeve ji şerê birakujiyê. Bi taybet dema ku birêz Serok Mesûd Barzanî got: ‘’Me şerê birakujiyê heram kiriye, êdî nabe rê bo wan hewldanan xweş bike.’’

Çavkanî: Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin