Bedirxan Epozdemîr

Bedirxan Epozdemîr

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Mîrê min heliz borî

A+A-

Bedirxan Epozdemîr

Gotinekê mezinên me heye; 
“Mîrê min heliz borî”. 

Ku tu di dema xwe da helizê nedûrîyî ,dema bû puş êdî bi kêrî te nayê.

Tiştêkê (rêxistin, platform) dema tu li ser antî bûnê ava bikî, pernameyê te çiqas rast bî, bangewazên te çiqas bi nav û dengbin jî serketin çênabî.

Duwem, ew kesên ku li qada tekoşînê nebin, pêwajoya ku welat û gel têda  derbaz dibî baş neşopînin, her gav avetinêk wan bi xwe ra binketinek tinê.

Di tekoşîna gele me da bi dehan nûmune me hene.

Îro li Bakur gelek partîyên Kurdistanî hene. Çî tê bîra meriv hatine gotin. Weleykî ev gotin di pratikêda baş cih negirtibin jî, em mecbûrin ji vî erzakî xwarina xwe çêkin.

Elbet mabesta min kesî piçûk kirin, nine. Herkes dikar ji bo nerînên xwe tevbigerê. Lê xeyal tiştêke, rastîya jîyanê û gel jî tiştekê dîne.

Hêvîdarim ku gotinên min puç derkevin.

Mesela xortan û jinan li gor min trajedîya tevgera sîyasî ya Kurd e. Sed sale ku dîdomê.

Tu tevgerêkê siyasi ya elît qadro ya Kurd, piştî xwe we kî wî karî bimeşîne merheze nekirîye û ji bo duweroj qadro negihştandîye. 

Zihinîyeta “piştî min tufan” xetma xwe li tekoşînê daye. Hêvîdarim ku dawî li vê kambaxîyê bê.

Carekedin dubare dikim: Pewîstîya gelê Kurd bi dikanê pîçûk tinê. Pewîstî ku em pêwajoya îro li ber çev bigrin bi holdingan heye.

Gelê me li Rojhilat û Rojava vê rastîyê îspat kir.

“Rojava û Rojhilat yek welat e, yek welat.”

Gerek em îdeolojîya xwe û mafê gruba xwe yan rêxistina xwe nexne pêşîya mafê gel û welat xwe.

Vezîfa lezgîn; li her beşên welat li gor mercan, honanindina yekîtîya netewî û demoqratik e. 

Pişti wî li ser bingehêke netewî bi rêzdarî pêwendîya beşan bi kongreke netewî li dar xistin e.

Siyaset bi xeyalan nameşê. Xewn û xeyal başkene, rastîya jîyanê başkeye.

Ew sîyaseta ku pêşîya xwe nebînê, bernama xwe bi ruhêkê netewî neynê holê, ser nakevê.

Bi hevîya ku em cudabûnên xwe deynine alîyek, niqteyên xwe yê şirîk bînine ser masê.

Bi rengêkê evin û rûmet hev pejrandin, gava yekem ya serkdtinê ye.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin