Destûra Derxistina Mirî Ji Gorê û Cardin Definkirina Wî di Baweriya Êzdiyatiyê de
Kemal Tolan
Li gorî Êzdînasîna min, di baweriya Êzdiyatiyê de her tişt bi rêz û bi destûr e. Êzdî bi bawerî, îman û êqîn dijîn û bi heman rêzgirtinê jî miriyên xwe hiltînin û datînin. Ji ber vê yekê, mijara derxistina mirî ji gorê û veguheztina wî bo goristaneke din ne mijarekî asayî ye; ev mijar bi rastî bi baweriya dînî û kevneşopên qedîm tê girêdan.
Li gorî ku, oldar û ilimdarên Êzdîtiyê yên rêzdar dibêjin*- „rewş û sedemên baweriyê jî, li ser vê mijarê du rêbazên bingehîn hene:
1- Derxistina mirî di demeke kurt de, bi destûra malbatê
Heke Êzdiyek li derveyî welatê xwe emrê Xwedê bike û li axa biyanî, wekî li Almanyayê defn kiribe, bi şert û hedên Êzdiyatiyê were definkirin, lê piştî demeke kurt (heta salekê), malbata wî vegere welatê xwe, hingê ew dikarin bi destûra xwe cenazeyê wî ji gorê derxînin û bi xwe re bibin ser axa wî ya bingehîn.
2- Derxistina mirî piştî salên dirêj: tenê bi destûra dê û bav ê
Heke gelek sal di ser definkirina mirî de derbasbûye û ew kesên ku soz dabûne vegerînin cenazeyê ne hatine pêk-anîn, hingê tenê dê û bav destûr hene ku mirî ji gorê derxînin. Di baweriya Êzdiyatiyê de dê û bav wekî wekîlên zarokên xwe ne; hîç kesek din bi wan qas destûr nîne.
Ev raman di gotinên dînî de jî bi rêz têne nîşandan. Baweriya Êzdiyan diyar dike ku Xwedê yek serê sera ye, û rêza dayîk û bav şertê bingehîn e ji bo her çalakiya ku bi mirî ve girêdayî ye.
Erkên pêwendîdar
Heke dê û bav cenazeyê ji gorê derxînin, divê şertên dînî bi temamî were pêk anîn — wekî:
xêr û xêratan
zad û serbira
Ev hemû yek ji erkanên herî qedîm û herî girîng yên Êzdiyatiyê ne.
Mijara îro li Almanyayê
Îro li hin bajarên Almanyayê, ji ber buha û şertên erdê, goristanan demên maksimûm dixebitin; piştî çend salan, cenazeyên qedîmên derxistin û erdên wan veguhastin têne kirin. Ev rewş bi rêz û baweriya Êzdiyan li hev nayê — ji ber ku di rêzên dînî de, mirî divê her tim bi rêz bimîne.
Ji bo vê yekê, divê civaka Êzdiyan û rêxistinên fermî bi hev re alîkariya bingehîn bikin da ku rêz û şertên dînî bi qanûnên civakî jî were hevkêşandin.
Xwedê yek serê sera ye.“
Kemal Tolan (nivîskar û lêkolînerê Êzdiyatîyê)
Çavkanî
Kemal Tolan -Di Êzdiyatiyê de rênîşanên mirinê
https://dozyayinlari.com/niviskar/419-kemal-tolan



YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin