Mihemed Îsmaîl: ENKS nehatiye Rêveberiya Xweser xirab bike

Mihemed Îsmaîl: ENKS nehatiye Rêveberiya Xweser xirab bike

Mihemed Îsmaîl: ENKS nehatiye Rêveberiya Xweser xirab bike

A+A-

Endamê Desteya Serokayetiya ENKSê Mihemed Îsmaîl ji Rûdaw re ragihand, ku ENKSê ne hatiye ku Rêveberiya Xweser xerab bike, û rêveberiyeke din di nav de bike, lê wan bi hev re biryar dane, ku ev rêveberî pêwistiya wê bi guhertin û pêşketinê heye.

Di derbarê şêweyê beşdarbûna ENKSê de, Mishemed Ismaîl got, ku ew dixwazin di cihê biryarê de, 50 bi 50 be.

Endamê desteya serokatiya ENKSê Mihemed Ismaîl di hevpeyvînekê de ji Rûdawê re ragihand, ku lêvegereke bilind hatiye avakirin, û wê erkê çavdêriya çalakiyên li ser erdê û tiştên şaş, û ne li gorî rêkeftinê eşkere bike.

Mihemed Îsmaîl got jî, ku hinek gavên baş hatine avêtin, lê heya niha nerînên cuda li ser şêweyê beşdarbûna ENKSê di rêveberiyê de hene.

Bi gotina Mihemed Îsmaîl wan hîn gotûbêjên nekirine lê dê Pêşmergeyên Roj bibin beşek ji Hêzên Sûriyê Demokratîk (HSD) û ewê di bin çavdêriya Encumena Serbazî û Lêvegera kurdî de kar bikin.

ENKS û PYNK li ser hevdîtin û danûstandinên ji bo pêkanîna yekrêziyê li Rojavayê Kurdistanê bi amadebûna Fermandarê HSDê General Mezlûm Kobanî û piştgîriya Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî berdewam in berdewam in û qonaxa duyem jî nêzîkî bidawîbûnê bûye.

Lêvegera Kurdî a Billind ku pêştir jê re dihat gotin Lêvegera Siyasî; ji sedî 40 ENKSê, ji sedî 40 PYNK û ji sedî 20 jî ji partiyên derveyî herdu aliyan derbasî Lêvegerî bibin, ku ji wê rêjeyê aliyên derve ji sedî 10 ji aliyê ENKSê û ji sedî 10 jî ji aliyê Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ve bêne destnîşankirin.

Li gor lihev kirinê biryara îdareya nû di destê Kurdên Rojavayê Kurdistanê de be, siyaset û stratîjiya Kurdî li Sûriyê destnîşan dike, biryara leşkerî di destê Lêvegerê de be, awayê nûneriya Kurdan li ser asta navdewletî destnîşan dike, vegerandina koçberan ji bo Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî, komîteyên cur bi cur weke leşkerî û aborî bêne avakirin. Herwiha li gor lihev kirinê bernameya navxwe ji bo Lêvegera Kurdî a Billind datîne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin