Mezlûm Kobanî: Rûsya di rastiyê de naxwaze me û Şamê li hev bîne

Mezlûm Kobanî: Rûsya di rastiyê de naxwaze me û Şamê li hev bîne

Mezlûm Kobanî: Rûsya di rastiyê de naxwaze me û Şamê li hev bîne

A+A-

General Mezlûm Kobanî dibêje, Rûsya wisa nîşan dide ku dixwaze wan û Sûriyê li hev bîne lê di rastiyê de tiştekî wisa naxwaze û tekez dike, Rûsya dixwaze bi avakirina bargehan, cihê xwe li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi hêz bike

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê, helwesta Rûsyayê û hewldanên lihevanîna wan û rejîmê ji kovara Amerîkî ya Foreign Policy re axivî.

General Mezlûm Kobanî tekez dike, Rûsya wisa nîşan dide ku dixwaze wan û Sûriyê li hev bîne lê di rastiyê de tiştekî wisa naxwaze.

Mezlûm Kobanî got, Rûsya dixwaze bi avakirina bargehan, cihê xwe li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi hêz bike lê ew ê nekaribe di vî warî de serkeftî be.

General Mezlûm Kobanî aloziyên li Rojavayê Kurdistanê û bakûrê rojhilatê Sûriyê dixe stûyê Rûsyayê û dibêje, Rûsya li aliyekî nîşan dide ku ew dixwaze wan û hikûmetê li hev bîne, li aliyê din jî li hevkirina wan û Şamê naxwaze.

Fermandarê Giştî yê HSDê di wê hevpeyvîna xwe de dibêje, ew dixwazin bibin beşek ji artêşa Sûriyê ya pêşerojê, ne artêşa Sûriyê ya niha.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin