Mezlûm Kobanî: Me rêkeftin li gel Rûsan û Amerikiyan kirine

Mezlûm Kobanî: Me rêkeftin li gel Rûsan û Amerikiyan kirine

Fermandarê Giştî yê HSDê General Mezlûm Kobanî dibêje, “Me rêkeftin ligel Rûsan û Amerikiyan kirine. Em amade heman rêkeftinan ligel her aliyekî bikin ku xizmeta gelê me bike.”

A+A-

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî di nameyekê de ji bo paneleke derbarê şerê taybet çend peyam dan.

Fermandarê Giştî yê HSD di wê nameya xwe de got, “Dijmin dixwaze gelê Kurd ji hev cuda bike û hêza serbazî û siyasî perçe pike.”

Derbarê danûstandinên aliyên siyasî yên Kurd li Rojava ji bo pêkanîna yekrêziyê jî Mezlûn Kobanî tekez kir, “Em kar li ser diyaloga Kurdî-Kurdî dikin û em pêşketinê dibînin” û got, “Bi vê yekê em ê temahiyên dagîrkeriya Tirk têk bişkînin.”

Her di wê nameyê de General Mezlûm Kobanî aşkere kir, “Di nava herdu mehên pêş de, em dê kongreyeke diyalogê bo hemû pêkhateyên herêma Cizîrê lidar bixin.”

Derbarê rêveberina deverên li jêr desthilata hêzên HSDê de jî Mezlûm Kobanî got, “Em înkar nakin ku şaşiyên rêveberî hene. Divê gelê me çavdêr be li ser Rêveberiyê, gilî û rexneyan bike, lê bi pey gotegotên xirab nekeve.”

Herwiha di dewama peyamên xwe Fermandarê Giştî yê HSDê got, “Me hevdîtin ligel kompanyayên navdewletî kirine ji bo xizmeta gelên bakur û rojhilatê Sûriyê. Em amade ne hevkariyê ligel kompanyayên navdewletî bikin ji bo xizmeta gelê me.”

General Mezlûm Kobanî herwiha amaje bi wê jî kir, “Me rêkeftin ligel Rûsan û Amerikiyan kirine. Em amade heman rêkeftinan ligel her aliyekî bikin ku xizmeta gelê me bike.”

Di dawiya peyama xwe de General Mezlûm Kobanî tekez kir, “Dijminê me her tişta ji dest tê dike da ku civak û ewlehiya me têk bide. Divê em li dijî van siyasetên dijminane rawestin. Dagîrkeriya Tirk niha şerê taybet bi riya torên nokeran dike.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin