Mezlûm Kobanî: Danûstandinên Kurdî-Kurdî berdewam in

Mezlûm Kobanî: Danûstandinên Kurdî-Kurdî berdewam in

.

A+A-

Fermandarê Giştî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî ragihand, danûstandinên Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê berdewam in, lê wan bêhvedanek dane wan danûstandinan.

Mezlûm Kobanî aşkere kir, ev demeke şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li derve ye û nûnera Amerîka jî ne amade ye û hêvî kir ku dema hemû alî amade bin, careke din danûstendin destpê bikin.

General Mezlûm Kobanî amaje bi wê jî dike, gelek tiştên girîng hatine kirin û pirsgirêkên siyasî hatine çareserkirin û got, di derbarê Rêveberiya Xweser de, ew gihiştine nerîneke hevbeş.

Endama Konseya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) duh Foza Yusuf ji Rûdaw re ragihandibû, ji ber daxwaza ENKSê ya 50 bi 50, danûstandin rawestiyane û gotibû, Rojavayê Kurdistanê ne kompaniyake ku di navbera partiyan de were parvekirin û ji derveyî herdu aliyên PYDê û ENKSê, partiyên din jî hene û nabe werin piştguhkirin.

Foza Yusuf gotibû jê, divê ENKS li daxwazên xwe vegere, ji ber ku encûmenên hilbijartî li Rojavayê Kurdistanê hene û kesên serbixwe di nav de kar dikin, herweha pêkhateyên din jî li navçeyê dijîn.

Foza Yûsif derbarê seredana nûnerê ENKSê yê di nava Îtîlafê de bo Efrînê jî gotibû, ew di qonaxeke hestiyar de dijîn û civîna nûnerê ENKSê bi kujerê Hevrîn Xelef re, rewatiyê dide kiryarên çekdaran li Efrînê.

Herwiha Yûsif gotibû, lewma ev jî bandoreke nerênî li ser danûstandinan dike û got, eger li ser van prensîpan ENKSê li xwe vegere, wê danûstandin destpê bikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin