Mezlûm Ebdî: Tirkiye êdî nikare li gorî dilê xwe operasyoneke nû bike

Mezlûm Ebdî: Tirkiye êdî nikare li gorî dilê xwe operasyoneke nû bike

Mezlûm Ebdî: Tirkiye êdî nikare li gorî dilê xwe operasyoneke nû bike

A+A-

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî, li ser gefên dawî yên bo dagirkirina herêmên wan ji aliyê artêşa Tirkiyê ve got, ji ber ku hêzên navdewletî li kêleka wan in Tirkiye nikare wisa li gorî dilê xwe operasyoneke nû ya dagirkirinê bike, lê divê ew jî ji aliye siyasî, leşkerî, têkoşîn û azadiya civakî ve amade bin.

Mezlûm Ebdî li ser mijarê wiha axivî: “Çi dema ku dewleta Tirk firsend dît, bêguman dê êrîşeke dagirkeriyê ya berfireh bide destpêkirin. Lewma jî divê em ji aliye têkoşîna siyasî, leşkerî û azadiya civakî de amade bin. A niha em xurt in, ew jî qels in. Hem hevsengî û hêzên navneteweyî û herêmî li gel me ne. Ji ber vê yekê jî dewleta Tirk hema wisa li gorî dilê xwe nikare dagir bike. Heke bixwaze vê yekê bike jî, dê fatoreya vê ji bo hemû hêzên li vê derê pir giran be.”

Fermandarê HSDê got ku berpirsê parastina herêmê ji êrîşên Tirkiyê, wek garantor Amerîka û Rûsya ne û ji wan xwest ku berpirsyariya xwe bi cih bînin û herêmê ji Tirkiyê biparêzin.

Ebdî destnîşan kir, armanca sereke ya Tirkiyê ew bû ku xakê dagir bike û bike Tirk û destnîşan kir, ev êrîşên dagirkeriyê jî bi destê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê pêk anîn ku ji çeteyên El-Nusra û DAIŞê berhev kirine û ew jî di nava lîsteya terorê de ne.

Ebdî belgekirina tawanên çekdarên li herêmên dagirkirî, guhertina demografiyê û asîmîlasyona tê kirin bibîr xist û bang li sazî û hêzên navdewletî kir ku divê bikevin nava hewldanan.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin