Mezlûm Ebdî bersiva rapora tawanên şer a NY da:  Divê bên dadgehkirin

Mezlûm Ebdî bersiva rapora tawanên şer a NY da: Divê bên dadgehkirin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li ser rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Komîteya Serbixwe ya Lêpirsînê ku tê de tawan û binpêkirinên komên çekdar û artêşa Tirkiyê yên li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê jî hatibûn rêzkirin daxu

A+A-

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li ser rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Komîteya Serbixwe ya Lêpirsînê ku tê de tawan û binpêkirinên komên çekdar û artêşa Tirkiyê yên li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê jî hatibûn rêzkirin daxuyanî da.

Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand, "Rapora komîteya navnetewî ya serbixwe cî daye beşek biçûk ji tawanên şer ên ku komên çekdar bi nixumandina siyasî ya Tirkiyê li dijî gelê me yê li Efrîn û Serêkanaiyê pêk tînin. Divê civaka navdewletî hesab ji aliyên ku tawanên şer pêk tînin bixwawzin û bi cidîbûn tevbigerin û tawanbaran dadgeh bikin.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin