Mesrûr Barzanî: “Me weka nûnerên partiyan nebînin”

Mesrûr Barzanî: “Me weka nûnerên partiyan nebînin”

Mesrûr Barzanî: “Me weka nûnerên partiyan nebînin”

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Perlementoya Kurdistanê civînekî lidarxsit û got:

“Min ne weka endamê PDK ê lê weka xizmetkarê xelkê Kurdistanê, di hukumeta Kurdistanê de ciyê xwe girtiye.”

Di civîna perlementoyê de Barzanî li ser xizmeta ku heya niha kirine axifî û paşî pirsên serokê grûbên ku li parlementoyê hene bersivand. Mesrûr Barzanî got ku di hukumetê de serokwezîr, cîgirê serokwezîr û wezîrên ku di hukumetê de hene, di hukumetê de ne nûnerên partiyên xwe ne. Barzanî ragihand ku ji roja dest bi wezîfeya xwe ya di hukumetê de kirine, weka xizmetkarekî di hukumetê de cîh girtiye, ne weka yekî PDK yî. Mesrûr Barzanî weha dewam kir:

“Ez serbilindim ku PDK yî me. Lê niha di hukumetê de min wezîfe girtiye û berpirsim. Kek Qubad, Kek Şêx Awat û temamên wezîran wisanin. Ez ji we lava dikim me weka nûnerên partiyan nebînin. We baweriyê da me û em jî xizmetkarê xelkê Kurdistanê ne.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin