Mesrûr Barzanî: Ev ala Pêşewa Qazî radestî serokê nemir Mistafa Barzanî kiriye

Mesrûr Barzanî: Ev ala Pêşewa Qazî radestî serokê nemir Mistafa Barzanî kiriye

.

A+A-

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera roja Al a Kurdistanê de ragehand, nirxê me yê netewî ne bi pare tê kirin û ne jî tê firotin, ji ber wê daxwaz ji aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê kir, di bin banê vê alê de yekgirtî bin.

Gotara Barzanî waha ye:

Roj baş

Roja Ala li we û li hemû Pêşmergeyên qehreman û li hemû xelkê Kurdistanê pîroz be.

Ev Ala ye bingeh û sembola xebat, qurbanîdan û pênaseya niştimanî ya gelê me ye.

Ev Ala ye bûye cilûbergê dawî yê bedena hezaran şehîd.

Ev Ala ye di demekî ji aliyê Pêşewa Qazî ve radestî serokê nemir Mistefa Barzanî hat kirin, piştre li ser lûtkeya hemû çiyayên Kurdistanê hate rakirin û bilind kirin.

Di bin rêbertî û serokatiya Serok Barzanî de her ev alaye li qesr û paytextên welatên cîhanê hat rakirin û rêz lê hate girtin.

Ev Ala ye bingehê netewî, niştiman û pêkvejiyana olî û netewî ya hemû xelkê Kurdistanê ye.

Ev Ala ye bûye bingehê pêkvejiyana gelan li herêma Kurdistanê û hemû ew azadîxwazên berê xwe dane ber Kurdistanê, ji ber Kurdistan wek axa pêkvejiyan û aştî û azadiyê hatiye nasîn.

Li ser me ye em vê alê bilind ragirin û nehêlin bi ti awayekî nirxê me yê netewî û niştimanî ji bo çi sedemekî dibe bila bibe bikeve.

Nirxê me yê netewî ne bi pare tê kirin û ne tê firotin. Nirxê wê bi xwîna hezaran şehîdan ve ava bûye.

Ez destxweşiyê li hemû Pêşmergeyên qehreman dikim û destê hemû dayîkên şehîdan maçî dikim ku ji bo vê alê xebateke mezin dane û me gelek qurbanî dane.

Daxwaz ji hemû aliyên siyasî û nêrînên cuda yên li Kurdistanê dikim, di bin banê vê alê de li gel yek berevanî li destkeftên gelê xwe em bikin.

Spasiya Berxwedana we dikim

Destxweşiyê li we dikim.

Înşala her serkeftî û selamet bin

Alaya Kurdistanê her bilind be

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin