Mesrûr Barzanî êrîşa YPGê bi tundî şermezar kir û bang li Hevpeymaniya Navdewletî kir

Mesrûr Barzanî êrîşa YPGê bi tundî şermezar kir û bang li Hevpeymaniya Navdewletî kir

.

A+A-

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, êrîşa YPGê ya şeva borî bi ser hêzên Pêşmerge de bi tundî şermezar û ji Hevpeymaniya Navdewletî xwest, wan piştrast bikin careke din YPG “destdirêjiyê li ser Herêma Kurdistanê” neke.

Serokwezîr Barzanî derbarê êrîşa şeva borî ya YPGê bi ser xaleke hêzên Pêşmerge de, li devera Sihêlayê daxuyaniyek belav kir.

Mesûr Barzanî êrîşa YPGê bi tundî şermezar kir û ragihand, heger êrîşên bi vî awayî bên dubarekirin wê ziyaneke mezin bigihe herêmê.

Di daxuyaniye nivîskî de, Serokwezîr Barzanî dibêje, şeva borî komeke çekdar xwestiye bi awayekî neyasayî derbasî nav sînorên Herêma Kurdistanê bibin û ev yek li dijî yasayan û qanûna ewlekariya sînoran ku ji ber wê jî hatine astengkirin.

Serokwezîr Barzanî diyar kir ku YPGê piştre bi çekên giran êrîşî qereqola Pêşmerge kiriye û bersiva wan hatiye dayîn û hatine dûrxistin ji deverê.

Mesrûr Barzanî got: “Vê êrîşa ku bi awayekî eşkere tê wateya binpêkirina xak û serweriya Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dikim.”

Barzanî herwiha bang li Hevpeymaniya Navdewletî jî kir û ragihand:

“Divê hevpeymaniya navdewletî ya dost û hevpeymana me, garantiyê bide me ku YPG careke din êrîşên bi vî awayê neke. Dîsa divê destûr neyê dayîn ku alîkariyên welatên hevpeymaniyê di êrîşên dijî Herêma Kurdistanê de werin bikaranîn. Bêguman dubarekirina van cure êrîşan wê ziyaneke mezin bigihîne herêmê. Pêşmergeyên qehreman ku ji bo silametî û parastina me her roj jiyana xwe dixin xeterê pîroz dikim.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin