Merkel: Payîz Tê, li Pêş Me Qonaxeke Dijwar Heye

Merkel: Payîz Tê, li Pêş Me Qonaxeke Dijwar Heye

Serokwezîra Almanya Angela Merkel ser zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona yên li welêt hişyarî kir.

A+A-


Merkel dîyar kir ku ger ew tedbîrên demûdest ranegîhinin ewê hejmara rojane ya pêketinên vîrusa korona 20 hezarî derbaz bike.

‘’Payîz tê, li pêş me qonaxeke dijwar heye. Mehên herî dijwar yên salê nêz dibin. Hejmara pêketinan bilind dibe.’’ Merkel got.

Wê da zanîn ku ew hewil didin ku qedexeya derketina derve ranegîhinin û dîyar kir ku li eyaletan tedbîrên sînordarkirî hewce ne.

Li ber e ku eyalet ser hejmara beşdarên şahîyan û serdanan sînordakirinekê ragihînin.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Almanya bi qasî 300 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 9,495 kes bi wê mirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin