Mardînî li dijî DEDAŞ’ê bihirsin: Gel ji ber pirsgirêkn heyî acize

Mardînî li dijî DEDAŞ’ê bihirsin: Gel ji ber pirsgirêkn heyî acize

Rayedarên DEDAŞ’ê li gundê Girharrîn a girêdayî navçeya Artûklû, bi piştgiriya eskeran xwestin jimêrkên ceyranê yên gundiyan bi dîrekên ceyranê ve bikin. Li ser vê yekê bûyer derketibûn û 4 rojin ev bûyer dewam dikin. Gel li dijî vê pirsgirêk pir bi hirs

A+A-

Belavkirina Elektirkê ya Dîcle AŞ. (DEDAŞ), li gundê Girharrîn a girêdayî navçeya Artûklû ya Mêrdînê xwest di 9’ê Îlonê de, bi piştgiriya sedan leşkeran jêmerkên ceyranê yên gundiyan bi dîrekên elektirîkêve bikin. 12 hezar nifûsa vî gundî heye û nêzî 6 hezar jî hilbijerên wê hene. Ev gund yek ji gundên herî mezin ê Mêrdîneyê. Di hilbijartinên herêmî û giştî de ev gund weke “depoya dengên” AKP’ê tê pênaskirin. Deshilatdariya AKP’ê ji vî gundê, ji sedî 90 deng digire. Rayedarên AKP’ê di her hilbijartinê de sozên mezin dibin welatiyên vî gundî. AKP’iyan herî dawî di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adara 2019’an de jî, soza çêkirina rê, kanalizasyon, elektrîk, av, gaza xwezayî û girêdana înternetê dabûn gundiyan. Lê ligel ku ev demek dirêje bi ser hilbijartinê re derbas bû jî, tu sazên xwe bi cih ne anî. 

 

SEROKÊ AKP’Î GEL ‘XAYÎN’ ÎLAN KIRIN

  

Şaredariya Artûklû ya dibin rêveberiya AKP’ê de, ragihandibû ku ewê pirsgirêka yên taxê ku bi salane dewam dike çareser bike û ji bo rêyên Sellaxê ku piraniya niştecihên wê erebin, îhaleya nirxê wê 21 mîlyon TL li dar xist. Ligel ku hat gotin ku ewê pirsgirêk rê ji rojevê derbixin jî, rêyên gund ên hatibûn çêkirin di barana dest pê kê de tebiqî. Ev yek rastî bertekên mezin ên gel hat. Serokê Şaredariyê yê AKP’ê li şûna vê pirsgirêkê çareser bike, gelê gund sûcdar kiribû û ji bo niştecihên gund gotibû “xayînin.” Bi vî awayî tu pirsgirêkên gund  nehatin çareser kirin.  

 

BI JOPAN DERP KIRIN

Ligel van hemû pirsgirêkan vê carê jî ekîbên DEDAŞ’ê bi piştgiriya eskeran bi ser gund de girtin û xestin jêmerkên ceyranê yên gundiyan bi dîrekên elektirîkêve bikin. Ev jî bû sedema rageşiyên mezin. Welatiyên bertek nîşanî ekîbên DEDAŞ’ê dan. Eskeran li ser vê yekê bi ava şid, guleyên plastîk û gaza îsotê êrîşî gundiyan kirin û gundî bi jopan derp kirin. Di êrîşê de 20 kes hatin binçavkirin. Niştecihên gund diyar kirin ku li dijî wan muameleyek pir xirab yeye û xwestin hemû pirsgirêkên wan bên çareserkirin. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin