Mala Hêmin Mûkiryanî bû ‘mûzexaneya herî giring’

Mala Hêmin Mûkiryanî bû ‘mûzexaneya herî giring’

Mala Hêmin Mûkiryanî ev 3 sal in bûye mûzexane. Di nav 400 cihên ku bibûne namzetê mûzexaneya bilind, ev mal hate hilbijartin

A+A-

Mala Hêmin Mûkiryanî yê helbestvanê navdar ê kurd, bi fermî kete nav rêzên mûzexaneyên herî giring ên Îranê û herwiha weke “giringtirîn mûzexaneya Îranê” hate hilbijartin.

Rêveberê Mala Hêmin Mûkiryanî, Selah Payamyanî ji Rûdawê re ragihand: “Ji aliyê jikûmeta Îranê ve, mala helbestvan û nivîskarê navdar ê kurd Hêmin Mûkiryanî ya li bajarê Mahabadê, weke “baştirîn û giringitirîn mûzexaneya Îranê” hate destnîşankirin û nasnava “mûzexaneya bilind” wergirt.

Payamyanî herwiha got: “Mala Hêmin Mûkiryanî ev 3 sal in bûye mûzexane. Di nav 400 cihên ku bibûne namzetê mûzexaneya bilind, ev mal hate hilbijartin. Bi vî awayî Mala Hêmin Mûkiryanî ji aliyê hikûmeta Îranê ve, bi awayeke fermî, weke 20emîn mûzexaneya giring a Îranê hate destnîşnakirin.

Selah Payanyanî da zanîn: “Li gorî biryara hikûmeta Îranê, êdî mafê ti aliyan ya girtina vê mûzexaneyê jî namîne û mayînde dibe.”

Navê rast ê Hêmin Mûkiryanî, Seyîd Mihemed Emînê kurê Seyîd Hesenê Şeyxûlîslamê Mûkrî ye û di sala 1921ê de li gundê Laçîn a Mahabadê ji dayik bûye û di 16ê Nîsana 1986ê de li bajarê Urmiyê koça dawî kiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin