
Macron, Starmer û Merz derbarê xwenîşandanên li Rojhilat û Îranê daxuyaniyeke hevpar da
.
Rêberên Fransa, Brîtanya û Almanyayê derbarê xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de daxuyaniyeke hevpar belav kir.
Her sê welatan hikûmeta Îranê bi "kuştina xwenîşanderan" tohmetbar kir û bi tundî şermezar kir. Her wiha bang li rayedarên Tehranê hat kirin ku berpirsyariya kiryarên xwe bigirin stûyê xwe.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer û Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz diyar kir ku ew ji nûçeyên li ser bikaranîna tundiyê ya hêzên ewlehiyê yên Îranê ya li hemberî xwenîşanderan "gelekî bi fikar in."
"Divê destûrê bidin azadiya raderbirînê"
Di daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin:
"Em ji nûçeyên bikaranîna tundiyê ya hêzên ewlehiyê yên Îranê gelekî bi fikar in û kuştina xwenîşanderan bi tundî şermezar dikin.
Rayedarên Îranî berpirsyar in ku gelê xwe biparêzin û divê bêyî tirsa tolhildanê destûrê bidin azadiya raderbirînê û mafê civîna aştiyane."
Di daxuyaniyê de her wiha bangî rayedarên Îranê hat kirin ku "berpirsyariya kiryarên xwe bigirin stûyê xwe, ji tundiyê dûr bikevin û mafên bingehîn ên welatiyên Îranê biparêzin."
Xwenîşandan di roja 13an de ne
Ev daxuyanî di demekê de hat dayîn ku xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ketine roja 13an.
Rayedaran roja pêncşemê li seranserê welêt înternet û torên pêwendiyê qut kirin.
Rêxistinên mafên mirovan diyar dikin ku armanca vê gavê veşartina pîvana zextan e.
Xwenîşandan 28ê Kanûna Pêşîn ji ber şert û mercên giran ên aborî yên wekî enflasyona bilind û bêqîmetbûna pereyê neteweyî dest pê kir.
Lê xwenîşandan piştre veguherîn daxwazên guhertina hikûmetê û li 31 parêzgehan li zêdetirî 100 bajaran xwenîşandan hatin lidarxistin.
Amarên kuştî û girtiyan
Rêxistinên mafên mirovan amarên cuda yên kuştiyan didin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ya ku navenda wê li Norwêcê ye ragihand ku heta 8ê Kanûna Paşîn herî kêm 45 kes hatine kuştin ku 8 ji wan zarok in.
Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) a ku navenda wê li Amerîkayê ye jî hejmara kuştiyan wekî 42yan eşkere kir ku di nav wan de xwenîşander, sivîl û hêzên ewlehiyê hene.
Her wiha hat ragihandin ku zêdetirî 2 hezar û 200 kes hatine desteserkirin.
Helwesta Xamîneyî û 'Jin, Jiyan, Azadî'
Rêberê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê Ayetulah Elî Xamîneyî roja înê di daxuyaniya xwe ya ewil de xwenîşander wekî "provokator" û "ajanên bi pere" yên hêzên derve yên wekî Serokê Amerîkayê Donald Trump bi nav kirin û got ku hikûmet paşve gav navêje.
Ev xwenîşandan piştî çalakiyên "Jin, Jiyan, Azadî" yên sala 2022yan wekî pirsgirêka herî mezin a navxweyî tê nirxandin ku hikûmeta Îranê pê re rûbirû bûye.
Fikarên navneteweyî zêde dibin. Rayedarên mafên mirovan ên Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî jî berteka hikûmeta Îranê wekî "bêpîvan" bi nav kir û banga lêkolînê kir.
Heta êvara înê rewşa ne aram berdewam dikir û tevî qutbûna pêwendiyan jî ji hinek bajaran nûçeyên pevçûnan dihatin.
Sînordarkirina pêwendiyan piştrastkirina agahiyan bi awayekî serbixwe zehmet dike.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin