Macron: Fransa piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê didomîne

Macron: Fransa piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê didomîne

Emmanuel Macron, Serokê Fransayê û Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê civîyan

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê spasî û pêzanîna xwe û Herêma Kurdistanê bo Serokê Fransayê anî ziman û di piştevaniya berdewam a Herêma Kurdistanê de û di mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û hevkariya Hewlêr û Bexdayê bo çareserkirina kêşeyên navbera wan de pesnê rola Fransayê da. Macron jî tekez kir ku di serdana dahatû de bo Bexdayê, dê kêfxweş bibe ku were Hewlêrê û serdana Herêma Kurdistanê bike.

Îro çarşemê 2yê Îlona 2020an li Bexdayê, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê ligel Emmanuel Macron, Serokê Fransayê civiya.

Di civînê de rewşa siyasî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê, kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê, pêşvebirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Fransayê û geşedanên herî dawî yên li herêmê bi giştî hatin gotûbêjkirin.

Macron pesnê rola Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna teror û têkbirina DAIŞê de da û tevî nîşandana kêfxweşiya xwe bo gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê, piştevaniya Fransayê bo Herêma Kurdistanê û hewldanên çareserkirina kêşeyên her du aliyan di çarçoveya destûrê de car din anî ziman.

Di civînê de her du alî hevraman bûn ku aramiya Iraqê bi çareserkirina kêşeyan çêdibe û di vê mijarê de jî pêwîstiya hevkariya Fransa û dostên li civaka navdewletî bo Iraqê anîn ziman.

Parastina serweriya Iraqê, berdewambûna metirsiyên teror û liv û tevgerên DAIŞê, hewldana kêmkirina aloziyan, parastina aramiyê li herêmê û çend babetên din, di civînê de mijarên gotûbêja her du aliyan bûn.

 
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin