Bapîrên Kurdan: Hurî û Zimanê wan!
Kolandinên Arkeolojik yên herî dawîyê, di derbarê Hurîyan da hin belgeyan / wesîqeyan derxxistine meydanê. Li gora wesîqeyek ku ji alîyê Qiralê Mîttanî Sauşsattar I. ve hatîye nivîsîn, ew 600 rêz e û bi zimanê Hurîyan e. Li gora lêkolîner Porckes, zimanê ku di wê wesîqeyê da hatîye bikaranîn, zimanekî tewandî ye û ew ziman bermayîyên Mîttanîyan Hûrî û şaxên wan Naîrî û Urartûyan jî heman ziman xebitandine. Di warê wesîqeyên dîrokî da ew kolandinên hêja li bajarên Nuzî (herêma Kerkûk) û Alalah hatine dîtin. (13)
Çavkanîyên nivîskî yên derbarê Mîttanîyan da dîyar dikin ku wê demê her çi qas zimanê navberneteweyî zimanê Akadî bûye jî, zimanê resmî yê Akadîyan, Zimanê Hûrî bûye. Ew hem di nameyên Qiralê Mîttanî Tuşratta ku jibo Qiralê Misrê Amenhotp III nivîsîye, zimanê Hûrî bûye; katibên ku nameyên dî yên Tuşratta jî nivîsîne, ji ber ku ew gotinên ku bi zimanê Akadî nizanibûne, wan gotinên bi zimanê Hûrî nivîsîne. Qiralê Mîttanî Tuşratta, xwe wek Hûrîyî daye naskirin. Qiralê Welatê Mîttanîyan, di wesîqeyên Boğazköyê da welatê xwe wek welatê Hûrîyan daye naskirin. Divê were zanîn ku piranîya hevwelatîyên dewleta Mittanîyan, hurî bûne. (14)
Navê Qiralên Gutîyan jî pir dişibin navên Qiralên Mîttanîyan. Ev jî nîşan dide ku Gutîyên ku di herêmên Bakurê Zağrosan da jîyane, ji heman nejada Mîttanîyan hatine. (15) Heta mirov dikare li gora lêkolînên arkeolojik bêje ku Gutî, Subartu, Lulubî û Kassît û wd. wek şaxên Qebîleyên Hurîyan in û di warê kultûrî da Hurî li derê ku lê jîyane serdestî li derdorên xwe kirine û bûne pêşevayên wan civatan. Jibo min ev mijar, babeteka dî ye ku ez dê nivîsareka dî da li ser rawestim. Bi kurtayî li vir divê em bidin xuyakirin ku Hurî, BM di 3000 salî da di erdnîgarîya Asya Pêşî da derketine meydanê. Xwendevanên xoşevîst divê li ber çav bigrin ku li vir tenê di çarçoveya ziman da em behsa Hurîyan bi sînor dikin ku berfirehî dîroka jîyana wan û erdnîgarîya wan dibe mijara babeteka dî.
Dema mirov behsa koka civatek, gelek ango neteweyek bike, ewil zimanê wan mirov dipirse û lê dinêre. Hurî û Şaxên Hurîyan, li ser erdnîgarîyeke (coxrafya) pir fireh û mezin jîyane ku ew erdnîgarî, ew herêmên ku îro jî kurd lê dijîn. Loma divê ev pêvajoya ku bi hezar salan dirêj e, li ber çav were girtin û li gora wê divê zimanê ku li wê herêmê hatîye xebitandin û ev ziman çawa dewrê neslên nû bûne û heta îro jîyana xwe domandine, bi hûrgilî werin raxistin.
”Clay, tespît kirîye ku di navbera navên Kassîtan û Mîttanîyan da şibandina nêzîkayîyek heye ku dide nîşandan da ku şaxên wan ji heman kokê hatine. (Clay, Personal names form.cun inscr.of.the Casitte period, 36- 45, 1942) Hin navên taybet û navên Xwedayên Kassîtan û Mîttanîyan, nêzîkê lehçeya qebîleya Qiralê Ahamanîd Darius e ku ev bi awayeke baş dikare were îzahkirin ku wan qebîleyan cîranên hev bûne.” (16)
Zimanê Urartûyî û Zimanê Hurîyî di warê morfoloji, fonoloji, sentez û vokabulerê da eqrebatîyek heye ku ev ji alîyê lêkolîneran ve derketîye meydanê. Belavbûna van her du zimanan li herêmên çîyayî yê Rojhilatê Anatolyayê û Bakurê Mezopotamyayê di demên prehistorik da bermayîyên wan ên çandeyî / kulturî homojeniyek nîşan dide ku di wextên dîrokê da Hurî û Urartu li heman cî jîyane, ev nuqte jî dema mirov dide ber çavan, ev dibe nîşana ku nufûsa wê herêmê ji koka Hurîyan tên. (17)
3000 sal Berîya Mîladê (BM) Hurîyên ku li derdorên Gola Wanê (Behra Wanê) jîyane; ber bi başur û rojhilat ve çûne, heta rojavayê Kilikyayê û Çîyayên Torosan, çûyîna xwe domandine ku Kizilirmakê ji xwe ra kirine sînor. Li wê derê di bin pêşevatîya Labarnaş, Hatuşil I, Murşil I da tehdîtan birine ser Qiralîyeta Hititê yê kevin. Wê demê li Torosên Kilikyayê herêma Kizzuwadna (Catanoia) hebûye û serbajarê wê herêmê Kumme bûye. Dibe ku wê demê hemî welat û şaxên wê bi zimanê Hurî axifîne ku Kizuwadna jî di nav herêmê da bûye. Ji ber ku xelkê Kizzuwadna, ji Hurrî û Luwîyan hatibû meydanê. Çavkanîyên Hititiyan nîşan didin ku wan şaxên yekbûyîyên civatê û welatan wek welatê Hurrîyan dane nîşandan… (18)
”Di kolandinên kevn ên Hititiyan da hatîye famkirin ku dijminatîya Hurrî û Hititiyan hebûye. Paşê hatîye dîtin ku Hurrî, li herêmên Asurîyan jî jîyane û herêma wan ji bajarên cuda pêk hatine û her bajarek ji alîyê qiralek ve hatîye rêvebirin. Hemî bajarên Hurrîyan ji Çîyayên Torosan heta Deryasipî di herêmeke fireh da cîwar bûne. Bajarên herî giring yê Hurrîyan Arrapcha, Nuzî (Kerkûka nuha), Mukiş, Armur, Arapa, Taite û Karkamiş bûne. Li herêma Dîyarbekrê jî bi navê Amedanu herêmeke Hurrîyan hebûye. Herêmên Hurrîyan ên kevn, li başurê Gola Wanê û herêma orta Çemê Dîcleyê bûne. Pêşveçûn û firehbûyîna Hurrîyan heta salên 2000î ya BM dom kirîye.” (19)
Li gora lêkolînên Ewrupî wek Winckler û Weidner, îddîa dikin ku bi eslê xwe Hurî, ji Hind-Ewrupayê ne; nîşana wê jî ew e ku navê Hurî, bi awayê Kharrî ye ku di wesîqeyên Qiral Darius da wek Kharrîyan nivîsîye ku eslê wan Aryayî ne. (M. Ş. Gunaltay, knd. r. 265) Zimanên Anatolyayê Hititî, Luwiceyî û Palacayî; di gruba Zimanê Hindî-Ewrupî da ne ku ev bi lêkolinên filoloji yê modern ve hatine tespîtkirin.

